Dorpêçkirina Sûrê hate şermezarkirin

Heyeta ji parlamenterên HDP, Hevşaredaran, hevserokên BDP û HDP yên navçeya Sûrê û rêveber û endamên meclîsa şaredariya Sûrê bi daxuyaniyeke êrîşa li dijî hin taxên navçeyê û operasyonên binçavkirinê ên bi armanca qirkirina siyasî şermezar kir.

Îro heyetek ku ji parlamenterên HDP, Hevşaredara Bajarê a Mezin, Hevşaredarên Sûrê, hevserokên BDP û HDP yên navçeya Sûrê û rêveber û endamên meclîsa şaredariya Sûrê bi daxuyaniyeke êrîşa li dijî hin taxên navçeyê û operasyonên binçavkirinê ên bi armanca qirkirina siyasî şermezar kir.

Heyet piştî daxuyaniyê li Meclîsa Taxa Lalebey bi gelê taxê re hevdîtin kir û gel guhdarî kir. Piştî wê yekê heyet li nava taxê geriya û li welatiyan guhdar kir. 

Bi navê hemû kesên ku li vir civiyabûn heyetek ji parlementer û şaredar û rêveberên meclîsa taxê  hate destnîşankirin da ku biçin vê tundiya li dijî gelê van taxan hate kirin bi walî û qaymeqamê navçeyê re parve bikin.

Ji duh bi şev ve hêzên dewletê bi alîkariya wesayitên zirxî û helîkpteran 2 taxên navçeya Sûrê ya Amedê Fatih Paşa û Lalebey dorpêç kirin û destwerdaneke tund li dijî van taxan kirin.