Komalên Ciwan: Pêwîste berxwedana Silopiyayê li her cihî belav bibe

Koordînasyona Komalên Ciwan der barê bûyerên li Silopiya rû didin daxuyaniyek da û got, “Em bang li ciwan û keçên ciwan ên Kurdistanê dikin, li her cihê berxwedana Silopiyayê li her deverê Kurdistanê pêş bixin.”

Koordînasyona Komalên Ciwan der barê bûyerên li Silopiya rû didin daxuyaniyek da û got, “Em bang li ciwan û keçên ciwan ên Kurdistanê dikin, li her cihê berxwedana Silopiyayê li her deverê Kurdistanê pêş bixin. Pêwîste her tax û kolanan veguherînin keleha serhildan û berxwedanê”

Koordînasyona Komalên Ciwan daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ji roja 24’ê Tîrmehê ve Dewleta Komara Tirkiyeyê ya dagirker êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê li dar xistiye û agirbesta Tevgera Azadiya Kurd a di sala 2013’an de da destpêkirin xera kir, pêvajoya çareseriyê ya veguherand pêvajoya mijûlkirin û xapandinê bi dawî kir, pêvajoya bi temamî îmhakirin û tasfiyekirin gel û Tevgera Kurd daye destpêkirin.

Bi van hemû êrîşan Erdogan ê faşîst û hikûmeta AKP’ê ya mêtinkar şer daye destpêkirin. Li hemberî vê jî berxwedana azadkirin û parastina xwe û welatê xwe ya gelê Kurd jî ji roja 24’ê Tîrmehê û pê ve destpê kiriye. Gelê Kurd wê weke duh îro jî rûmeta xwe biparêze.”

Koordînasyona Komalên Ciwan diyar kir ku li hember êrîş û komkujiyên AKP’ê ciwanan li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê taxên xwe girtine û li hember rejîma mêtinkar a Tirk ketine pozîsyona parastinê. Her wiha qadên girtine azad kirine û li hember komkujî û girtinên dewleta Tirk ketiye nav çalakiyên astengkirinê.

Koordînasyona Komalên Ciwan diyar kir Silopiya jî di sere van herêmên hatine girtin de ye, dewleta Tirk di sibeha 7’ê Tebaxê de xwestiye bikeve vê herêmê û rastî berxwedana ciwanan hatiye. Her wiha Koordînasyona Komalên Ciwan da zanîn ku hêzên dagirker rasterast gule li gelê Kurd ê xwedî li berxwedana ciwanan derket reşandine û bûye sedema birîndarbûna bi dehan welatparêzan û şehadeta sê welatparêzan, daxuyanî wiha dewam kir, “Em vê komkujiya li hemberî sivîlên bêçek xwestine taxên xwe biparêzin hatiye pêşxistin şermezar dikin. Bila ti kes sebra ciwanên Kurd neceribîne. Wê berdêla vê pir giran be. Ciwanên Kurd wê li hemberî ti êrîşên mêtinkariya Tirk serê xwe netewîne û heya Kurdistanê azad bike wê vê berxwedanê di asta herî jor de bimeşîne. Di vê çarçoveyê de em bang li hemû ciwan û gelê me dikin di kesayeta Silopiyayê de xwedî li herêmên hatine girtin derkevin û li her derê herêman azad bikin dikin. Roj ew roj e ku mirov mêtinkeran ji Kurdistanê bavêje.

Êdî bi fermî pêvajoya şerê gel ê şoreşgerî destpê kiriye. Bi êrîşên nemerdî yên hiqûmeta AKP’ê yên li hemberî ciwanên Kurdistan û gelê Kurd ên li îro li Silopiyayê yên li hemberî mêtinkariyê xaka xwe diparêze êdî ti rewabûna mêtinkariyê li Kurdistanê nemaye. Bi temamî pêvajoya rizgariya ji mêtinkariya li Kurdistanê li navçeya Silopiyaya Şirnexê destpê kiriye. Gelê Kurd îro bi berxwedana Silopiyayê nîşan daye ku berdêla wê çi dibe bila bibe, êdî nikare bê nasname, bêstatu bijî. Êdî kes nikare vê pêvajoya ku wê bi azadiya Rêber Apo û azadiya Kurdistanê encam bibe asteng bike. Roj roja ku îro li Bakurê Kurdistanê tax, gund û bajarên xwe parastinê û avakirina rêveberiya gel a demokratîk e. Berxwedana Silopiyayê banga ji vê re ye. Tola gelê me yê welatparêz ên li Silopiyayê şehîd bûne jî bi azadkirina hemû herêman re wê bê standin. Li ser vê bingehê em weke tevgera ciwanên Kurdistanê soza dilsoziya bîranîna şehîdan re û heya Kurdistanê azad nekin yek saniyeyê jî nesekinin carekî din jî dubare dikin.

Em ciwanên egîd ên Kurdistanê yên ku îro li Silopiyayê bi fedayiyane li ber xwe dane silav dikin û banga mezinkirina berxwedanê dikin. Her wiha em bang li hemû ciwan û keçên ciwan ên Kurdistanê dikin, berxwedana Silopiyayê li her derê Kurdistanê pêş bixin. Pêwîste her tax û kolanan veguheranînin keleha serhildan û berxwedanê. Ciwanên Kurd û ciwanên sosyalîst û demokrat ên di nava piştevaniya şoreşgerî de çawa ji Kobanê çeteyên DAIŞ’ê qewitandin, di wê hêzê de ne ku bikarin ji Kurdistan û Tirkiyeyê jî çeteyên AKP-DAIŞ’ê  û hemû saziyên wan ên mêtinkariyê têk bibin de ne. Pêwîst e ciwanên şoreşger û welatparêz bi ruhê berxwedana Kobanê kolan û taxên xwe biparêzin û ji bo vê jî divê hemû rê, rêbaz û amûrên berxwedanê bên karanîn. Li ser vê bingehê pêwîste ciwanên welatparêz di asta herî çalak de pêşengtiyê ji şerê parastinê re bikin.”