Li Silopiyayê polîs îşkenceyê li birîndar dikin

Li Silopiyayê piştî ku bi saetan polîsan êrîşî gel kir, kesên ku li baxçeyê nexweşxaneyê girtine jî îşkence kirine.

Li Silopiyayê piştî ku bi saetan polîsan êrîşî gel kir, kesên ku li baxçeyê nexweşxaneyê girtine jî îşkence kirine. Hat gotin ku polîsan bi cop tecawizê ciwanekî kirine. Parêzer ji ewlehiya can a kesên hatine binçavkirin bi fikar in.

Li Silopiyayê piştî ku bi saetan polîsan êrîşî gel kir, kesên ku girtîne jî îşkence dikin.

Parêzera endama Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê Zozan Açar got ku, 9 kesên ku bi awayê birîndar anîne baxçeyê nexweşxaneyê bi îşkenceyê hatine binçavkirin. Hat zanîn ku kesên ku ji bo dermankirinê hatine nexweşxaneyê polîsan bi gotinên “Tovên Ermeniyan, hûn hemû wekhev in” êrîşî wan kirine, ew kesane xistine hundirê wesayîtên zirxî de û birine qereqolê.  

‘HAT ÎDÎAKIRIN KU TECAWIZÎ CIWANEKÎ HATIYE KIRIN’

Dema ku ciwanek di bin çavan de rewşa wî xira bû û ji ser hişê xwe çû anîn nexweşxaneyê. Hat zanîn ku vi copê tecawîzê wî kirine, bi çekê li sere wî xistine û çek xistine devê ciwanî de.

Navê kesên hatine binçavkirin ên hatine zanîn wiha ne: Bereket Erman, Abdullah Erman(Birîndar e, rewşa wî giran e), Hamît Algûr, Mesût Altan.

Zilamekî extiyarê ku birîndar dianîn nexweşxaneyê jî lêdane û binçav kirine.

Parêzer Açar got dibe ku ji 9’an zêdetir bibin, “Ji ber ku li derdora avahiya Midûriyeta Polîsan pevçûn dewam dikin em nikarin biçin wê derê. Me zanî ku her kesê hatine binçavkirin rastî îşkenceyê hatine. Em ji ewlehiya can a wan bi fikar in.”

Parêzer Açar diyar kir ku xebatkarên tenduristiyê jî rastî êrîşa polîsan hatine û got “Em hewl didin ku kamerayan bigirin bin parastinê”

Açar diyar kir ku li navçeyê hîna pevçûn didomin.