BI DÎMEN

"Sedema harbûna AKP û Erdgon serketina HDP'ê ye"

Parlamenterê YNK'ê yê Iraqê Doktor Ferhat Qadir destnîşan kir, ku sedema harbûna hikûmeta AKP'ê û Erdogan, serketina HDP'ê ya di hilbijartinan de ye.

Parlamenterê YNK'ê yê Iraqê Doktor Ferhat Qadir destnîşan kir, ku sedema harbûna hikûmeta AKP'ê û Erdogan, serketina HDP'ê ya di hilbijartinan de ye.

Parlamenterê Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) Doktor Ferhat Qadir, êrîşkariya hikûmeta demkî ya AKP'ê û bomberdûmana Başûrê Kurdistanê ji ANF'ê re nirxand. 

Dr. Qadir bomberdûmanên ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve tê kirin şermezar kir û anî ziman ku ev êrîş binpêkirina xaka Kurdistan û dewleta Iraqê ye.

Dr. Qadir anî ziman ku ew vê bomberdûmanê weke binpêkirina mafê welatê cîran dibînin û got, "Ev dibe sedem ku xelkê bê guneh bibin qurbanî. Ev li dijî mafên mirovan e jî. Hikûmeta Tirk gelek caran bi henceta parastina hindûrîn erîş dike derdora xwe û welatiyên me yên sivîl û bê guneh dike armanc. Me pirî caran wek parlementerên Iraqê daxuyaniya çapemeniye kir û got pêwîste Iraq helwesteke tund nîşanî dewleta Tirk bide. Her wiha pêwîste hikûmeta herêma Kurdistanê jî pêşî li van bombebarankirina Tirkiyeyê bigire."

Dr. Qadir da xuyakirin ku ji bo ew dewleta Tirk bêhtir bêbandor bihêlin, weke fraksiyona YNK'ê li parlamenta Iraqê dixwazin bang li Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya herêmê bikin û jê bixwazin ku li parlamenta Iraqê rewşê rave bike. Dr. Qadir got, "Eger Konsoloxaneya Tirkiyeyê hat û bersiva wan me razî neke, em ê careke din wan bi şêwazeke cuda neçar bikin ku bersiva me bidin."

Dr. Ferhat Qadir bal kişand ser pêvajoya aştiyê jî û got, "Ev demek bû ku li Bakurê Kurdistanê ji ber pêvajoya aştiyê aramiyek hebû. Ji bo aramî careke din pêk were pêwîste pêvajoya aştiyê were dewamkirin. Her du alî jî, hem PKK û hem AKP bê aştî nikarin bigihêjin armancek erênî. Lê rastiyek jî heye ev acizbûna AKP ji serketina HDP'ê di hlbijartina de ye ku 80 kursî derxist. AKP'ê dît ku desthilatdariya xwe kêm kêm winda dibe, sedema acizbûna xwe jî ev e. Ji bo pirsgirêka Kurd çareser divê AKP û PKK proseya aştiyê dewam bikin."

Dr. Qadir anî ziman ku divê were zanîn pirsgirêka Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê heman e û got, "Ji ber wê jî pêwîste şerê li her parçeyekî Kurdistanê di xema serkirdeyê her çar parçeyan de be. Dem parçeyekî Kurdistanê zerarê dibîne di heman demê de parçeyên din jî zerar dibîne. Pêwîste hemû serkirdeyên Kurdan bikevin navberê û rolek bilîzin ku proseya aştiyê berdewam bike. Eger wisa nebe dîrok kesekî efû nake."

...