Polîsan li Cizîrê êrîş bi ser girseya komkujiya li Silopiyayê şermezar dikir - HAT NÛKIRIN
Li Cizîrê welatiyan xwest terora polîsan a li navçeya Silopiya ya Şirnexê şermezar bikin. Li ser astengkirina polîsan li navçeyê pevçûnan rû da.
Li Cizîrê welatiyan xwest terora polîsan a li navçeya Silopiya ya Şirnexê şermezar bikin. Li ser astengkirina polîsan li navçeyê pevçûnan rû da.
Li Cizîrê welatiyan xwest terora polîsan a li navçeya Silopiya ya Şirnexê şermezar bikin. Li ser astengkirina polîsan li navçeyê pevçûnan rû da. Li ser avahiyên saziyên fermî û yên bilind ên navçeyê ku sekvan hatine bicihkirin, polîs ji bo welatî ji malên xwe dernekevin anonsan dikin.
Li Cizîrê bi sedan kesên ji bo şermezarkirina terora polîsan a li navçeya Silopiya ya Şirnexê xwestin bimeşin, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Bi sedan kesên li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya navçeyê kom bûn, bi dirûşma, “Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan” û “Dewleta qatil wê hesab bide” ber bi navçeya Silopiya ve dest bi meşê kirin. Dema girse hat nêzî pira kevin bi dehan wesayîtên zirxî pêşiya girseyê girt. Polîs dema gotin ger girse hereket bike wê êrîş bikin di navbera rêveberên HDP’ê û polîsan de nîqaşan rû da.
Piştî nîqaşên demdirêj bê encam man. Girseyê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Nazim Kok ê li ser navê girseyê daxuyanî da got, AKP ji bo têkçûna hilbijartinan binixumîne konsepta şer kiriye dewrê û bi komkujiyan wê negihêje ti deveran.
Piştî daxuyaniyê dema girse bi meş vedigeriya avahiya HDP’ê, ciwanên derketin kolanan helwesta polîsan û komkujiya Silopiyayê şermezar kirin. Polîsan bi bombeyên gazê, guleyên plastîk û dem dem bi guleyên rastî êrîşî ciwanan kirin. Ciwanên agir pêxistin, bi fîşekên hewayî û molotofkekteylan xwe parastin.
SEKVAN LI SER AVAHIYÊN DEWLETÊ HATIN BICIHKIRIN
Ji ber ku polîs rasterast bombeyên gazê diavêjin gelek kes bandor bûn. Polîs bi wesayîtên zirxî ji bo gel derneke derve anonsan dikin. Li ser avahiyên bilind û saziyên fermî sekvan hatine bicihkirin. Polîsan gelek cadeyên navçeyê li çûnûhatinê girtine.
Pevçûnên li tevayî navçeyê belav bûne didomin.