Cemal Bîlîn ê bavê Kamuran Bîlîn (27) ê li Sîlopiyayê di encama êrîşa polîsan de hate qetilkirin bi gotina "Kurê min li ber mala xwe ji aliyê sekvanan ve hate kuştin" bang li gelê Kurdistanê kir û xwest li dijî komkujiyê rabin ser piyan.
Cenazeyê Kamuran Bîlîn (27) ê bavê 3 zarokan ê li navçeya Sîlopiyayê Şirnexê serê sibehê ji aliyê polîsan ve li Taxa Zapê hate qetilkirin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Malbata Bîlîn li ber morgê li benda karên otopsiyê ne û diyar kirin ku kurê wan ji aliyê sekvanan ve hatiye qetilkirin.
'AN BILA ME HEMÛYAN BIKUJIN AN JÎ BILA VÎ ŞERÎ RAWESTÎNIN'
Bavê Bîlîn, Cemal Bîlîn hem li hemberî qatlîamê hem jî li hemberî bêdengiya li dijî qatlîamê nerazîbûn nîşan da û wiha got: "An bila me hemûyan bikujin an jî bila vî şerî qirêj rawestînin." Bîlîn diyar kir ku kurê wî ji aliyê sekvanan ve hatiye qetilkirin û nirxandina "Polîs an wê min jî bikujin an jî wê hesabê vê yekê bidin" kir.
'DIVÊ KURD RABIN SER PIYAN'
Bîlîn anî ziman ku divê gelê Kurdistanê li dijî vê rewşê îsyan bikin û ev tişt anî ziman: "Divê hemû Kurd rabin ser piyan û hesabê vê etlîamê bipirsin. Ji vî seatê şûn ve jiyana min bêwate ye. Ez ê jî bi ser wesayîtên zirxî de biçim. An wê hemû Kurdan bikujin an wê terora xwe rawestînin."