Dersimî li hember 'herêmên ewlekariyê' û şewitandina daristanan meşiyan
Li Dêrsimê bi hezaran welatiyan, li qadên “herêmên ewlekariya taybet” valakirina gund û mezrayan û şewitandina daristanan protesto kirin.
Li Dêrsimê bi hezaran welatiyan, li qadên “herêmên ewlekariya taybet” valakirina gund û mezrayan û şewitandina daristanan protesto kirin.
Li Dêrsimê bi hezaran welatiyan, li qadên “herêmên ewlekariya taybet” valakirina gund û mezrayan û şewitandina daristanan protesto kirin.
Li Dêrsimê pêkhateyên Meclîsa Gel a Dêrsimê bi îlankirina “herêmên ewlekariya taybet” ku gelek herêmên tên valakirin û daristan tên şewitandin bi girseyî şermezarkirin. Bi hezaran kesên di nav wan de Hevşaredarên Dêrsimê Nûrhayat Altûn, Mehmet Alî Bûl, Cîgirê Hevşaredaran Huseyîn Tûnç, parlamenterên HDP’ê yên Dêrsimê Edîbe Şahîn û Alîcan Onlu, hevşaredarên navçeyan, nûnerên partiyên siyasî û Saziyên Civaka Sivîl, delegeyê Meclîsa Gel a Dêrsimê jî ku hebûn ji Qada Seyîd Riza heta Jara Gola Çetû meşiyan.
Li Jara Gola Çetû Hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Altûn daxuyanî da. Altûn diyar kir ku pêvajoya çareseriyê hatiye bidawîkirin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye şermezarkirin.
Altûn got ku AKP piştî hilbijartin navber nedaye êrîşên xwe, herî dawî bi destê DAIŞ’ê li Pirsûsê 32 canên ji bo tevkariyê li ji nû ve avakirina Kobanê bikin çûn hatin qetilkirin, bi sedan birîndar bûn. Altûn wiha dewam kir: “Bi vê têr nebûye, plana şerê topyekûn kiriye dewrî; bi hemû hêza xwe ya leşkerî operasyonên hewayî pêk aniye, Herêmên Parastinê yên Medya bombe kiriye û li gundê Zergelê yê Başûrê Kurdistanê 8 sivîl bi awayekî hovane qetil kiriye û bi dehan ji wan birîndar bûne.”
Altûn destnîşan kir ku wê li hember qedexe û komkujiyan aştiyê biqîrin. Altûn got: “Hûn ên li qesran kêfa dikin, em ê destûr nedin ku hûn zarokên xizanan şer û bibin sedema mirina wan.”