BI DÎMEN

Gerîla: Ji vir û pê ve bila êdî hikûmeta AKP'ê li encaman bifikire

Gerîlayên HPG û YJA STAR'ê, ku tevî êrîşên herî berfireh ên dewleta Tirk jiyana xwe ya rojane didomînin gotin, "Van êrîşan bandoreke zêde li me nekirin. Ji vir û pê ve bila êdî hikûmeta AKP'ê li encaman bifikire."

Êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê bê navber dewam dikin. Gerîlayên HPG û YJA STAR'ê, ku tevî êrîşên herî berfireh ên dewleta Tirk jiyana xwe ya rojane didomînin, van êrîşên li hemberî xwe weke perpitînên dawî yên AKP'ê dibînin. Gerîlayan danx uyakirin ku li hemberî gelê Kurd êrîşeke topyekûn hatiye destpêkirin û gotin, "Divê êdî dewleta Tirk bê ser hişê xwe. Lîstina bi Rêber Apo re lîstina bi agir re ye. Ev agir wê wan jî bişewitîne... Em rêxistin û tevgereke serî ditewînin nînin. Van êrîşan bandoreke zêde li me nekirin. Ji vir û pê ve bila êdî hikûmeta AKP'ê bifikire."

Balafirên şer ên Tirk ji 24'ê Tîrmehê û vir ve bê navber Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran dikin. Bi dehan balafir bi tonan bombe û rokêtan li ser qadên gerîla dibarînin. Tevî van hemû êrîşan jî jiyana rojane ya gerîla dewam dike. Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) dîmenê jiyana rojane ya kampên gerîla kişand. Gerîlayên HPG û YJA STAR'ê êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û polîtîkayên şer ên AKP'ê nirxandin. Gerîlayên ku xwedî moraleke bilind in dibêjin, "Em ji şer re jî ji aştiyê re jî amade ne."

'EM RÊXISTINEKE SERÎ DITEWÎNE NÎNIN'

Ji gerîlayên YJA STAR'ê Zinarîn Zinar destnîşan kir ku bi êrîşên bi vî rengî re nikarin encamê bi dest bixin. Zinarîn Zinar diyar kir ku AKP'ê li hemberî gelê Kurd şer îlan kiriye û got, "Ev pêvajo beriya hilbijartinê destpê kir. Dema hat fêmkirin ku HDP bendê derbas dike, AKP'ê êrîşên xwe zêde kir. Di serî de mîtînga Amedê li gelek deveran êrîş hatin kirin, di nava zarokan û gelê me de bombe hatin teqandin. Komkujiya li Pirsûsê ya li hemberî hevrêyên me yên ciwan, mînakek ji vê ye. Komkujiyên bi xwînxwarî hatin kirin nîşan didin ku ev êrîş ne tenê li hemberî gerîla tên kirin, li dijî tevahiya gelê Kurd tên kirin. Em tevgerek û rêxistineke serî ditewîne nînin."

'BILA AKP Û DEWLETA TIRK BIFIKIRE'

Gerîlayê HPG'ê Egîd Ararat diyar kir ku hem tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hem jî êrîşên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê wê bê bersiv nemînin û got, "Eger şer destpê kiribe, wê giran bibe. PKK'ê berxwedan bi ser xistiye û ber bi serketinê ve dimeşe. Ji niha û pê ve li ser bingeha azadiya Rêberê me wê têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê were meşandin. Weke gerîla û milîtanên Rêbertî, me ti carî starta şer nedan. Artêşa Tirk êrîşî gelê me û gerîla kir. Bê guman wê ev yek bersivek xwe hebe."

Gerîlayeke din a YJA STAR'ê Dîcle Amargî jî anî ziman ku ew li benda êrîşeke bi vî rengî bû û got, "Bandorek zêde li me nekir. Rast e me şehîd dan, hevalên me şehîd ketin. Lê belê encameke ku wan dixwestin, derneket holê. Rewşeke ku bê tinekirin nîne. Li vê derê jiyan mîna xwe dewam dike. Bersiveke me wê çêbibe. Hevalên me ji xwe bersivê didin. Ji vir û pê ve bila êdî hikûmeta AKP'ê li ser bifikire. Bila dewleta Tirk li encamê wê bifikire. Êdî hem sebra gel hem jî sebra gerîla fûriya ye."

'ÊDÎ BES E'

Gerîlayê HPG'ê Rêzan Mêrdîn jî bibîr xist ku êrîşên bi vî rengî bi salane li hemberî gerîla tê kirin. Mêrdîn anî ziman ku dewleta Tirk hem ji ber têkçûna xwe ya li Rojava hem jî têkçûna li Bakurê Kurdistanê dest bi van êrîşan kiriye û got, "Bi vê rê hewl dide xwe ji rewşa têkçûnê rizgar bike. Em ê bi awayê herî baş bersivê bidin van êrîşan." Rêzan Mêrdîn bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Divê dewleta Tirk êdî bê ser hişê xwe. Lîstina bi Rêber Apo re lîstina bi agir re  ye. Ev agir wê wan jî bişewitîne. Ji ber ku ev xeta me ya sor e."

Gerîlayê bi navê Egîd Qerqelî jî got, "Em weke hêza gerîla, ji dil dixwazin şer bikin. Ya em ya ew. Êdî bes e."

...