KCK: Pêwîst e gelê Kurd li hember êrîşan berxwedana topyekûn bike - HAT NÛKIRIN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên li Silopiyayê daxuyanî weşand got: “Pêwîst e gelê Kurd li her qada lê li hember van êrîşan berxwedaneke topyekûn nîşan bide, divê nîşan bide ku gelê Amedê û Silopiyayê ne bi tenê ye.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên li Silopiyayê daxuyanî weşand got: “Pêwîst e gelê Kurd li her qada lê li hember van êrîşan berxwedaneke topyekûn nîşan bide, divê nîşanî dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê bide ku gelê Amedê û Silopiyayê ne bi tenê ye.” 

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku êrîşên li Silopiyayê û Amedê yên li hember gelê Kurd, israra di polîtîkayên înkar û tinekirinê de radixe ber çavan.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:  

“Recep Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP’ê yên encamên hilbijartinê hezm nekirin, li hember gelê Kurd biryara şerekî daye destpêkirin û ev kiriye meriyetê. Li hember  herêmên gerîlayan êrîşên pir berfireh ên hewayî dane destpêkirin. Paşê ev êrîş zêde bûne.

Piştî li Zergelê sivîl qetil kirin li Silopiyayê jî li hember gel êrîşa aşkera pêk aniye. Di êrîşa Silopiyayê de sê Kurd hatine qetilkirin, bi dehan Kurd birîndar bûne. Xaniyên Kurdan hatine şewitandin. Li ser gel zilm û îşkenceyek tê meşandin. Bi vê ve girêdayî bi awayekî bê navber ku binçavkirin û girtin didomin, nîşan dide ku dewletê şerê li hember gelê Kurd aniye merheleyeke nû û wê dewam bike.

Êrîşên li Silopiya û Amedê yên li hember gelê me, israra di polîtîkayên înkar û tinekirinê de radixe ber çavan. Tevayî erîşên li Silopiya û  Amedê yên li hember gelê Kurd aşkera nîşan dide ku polîtîkaya tehdîd û pelçiqandinê kirine meriyetê. Pêwîst e gelê Kurd li her qada lê li hember van êrîşan berxwedaneke topyekûn nîşan bide, divê nîşanî dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê bide ku  gelê Amedê û Silopiyayê ne bi tenê ye.”