Li Şirnexê protetoya komkujiyê: Em dewletê nas nakin!

Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Şirnexê komkujiya Silopiyayê proteto kirin û diyar kirin ku AKP, “Hikûmeta şer e”. Di çalakiyê de peyama wê ji niha û şûn ve ti hêza dewletê neyê naskirin hat dayîn.

Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Şirnexê komkujiya Silopiyayê protesto kirin û diyar kirin ku AKP, “Hikûmeta şer e”. Di çalakiyê de peyama wê ji niha û şûn ve ti hêza dewletê neyê naskirin hat dayîn.

Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Şirnexê êrîşa polîsên Tirk a li navçeya Silopiyayê li hember gel pêk anî û di encamê de 3 welatî hatin qetilkirin, li ber Rêxistina DBP’ê ya Şirnexê protesto kirin. Di çalakiyê de li gel Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu nûnerên saziyên civaka sivîl û gelek kes beşdar bûn.

'POLÎSÊN AKP’Ê TAM BI FERASETA KOMKUJIYÊ ÊRÎŞ DIKIN'

Rêveberê DBP’ê yê Bajarê Şirnexê Fahrettîn Îşlek ê daxuyaniya çapemeniyê xwend bal kişand  ku dewlet li Bakurê Kurdistanê weke salên 90’an serî li komkujiya sivîlan daye û wiha dewam kir, “Li kolanên bajaran polîsên AKP’ê tam bi feraseta komkujiyê êrîşî gelê ku vê rewşê îtiraz dike û refleksên demokratîk nîşan didin dikin, kesên ku digire, binçav dike û diavêje zindanê.  Ji duh ve li navçeyên Cizîr û Silopiyayê bi şêweyên herî hov înfazên dest û piyên wan kelepçekirin didomin, gelek pêkanînên weke ji aliyê sekvanan ve li nava kolanê înfazkirin, mal bi çekên giran gulebaran kirin û agir berdan malan, wesayîtên ku birîndaran dibin nexweşxaneyê gulebaran kirin û kesên têde înfaz kirin û gelek pêkanînên şer ên xistine dewrê.”

'EM TI HÊZA DEWLETÊ REWA NABÎNIN'

Di daxuyaniyê de AKP weke “hikûmeta şer” hat pênasekirin û wiha dewam kir, “Ev partiya bi navê AKP’ê ku xwe kiriye hikûmeta şer û çeteya wê ya dewşîrme DAIŞ dibe pêlîstok ji bo lîstikên wan û Barzanî û partiya wî PDK e ya hevkarê wî ye baş bizanin, ev gel wê ti carî li hemberî polîtîkayên we yên girtin û komkujiyan wê serê xwe netewîne. AKP’ê ji zû ve biryara vî şerî dabû. Ji ber wê yekê êdî em jî li herêmê rewabûna ti walî, qeymeqam û polîsên dewletê nas nakin.”

Di daxuyaniyê de banga berxwedana topyekûn a demokratîk li gel hat kirin.