Di perestgeheke Hîndîstanê de îzdîham: 11 mirî

Li rojavayê Hîndîstanê di festîvaleke olî de ji ber îzdîhama rû da herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li rojavayê Hîndîstanê di festîvaleke olî de ji ber îzdîhama rû da herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Îzdîham li navçeya Deogarh a girêdayî eyaleta Jharkhand dema bi hezaran kes piştî roj derket û derî vebûn xwestin bikevin Perestgeha Baîdyanath Jyotîrlînga rû da.

Polîsan diyar kirin ku nêzî 150 hezar Hîndû xwestin bikevin perestgehê.

Mirovên di dema rêzê de bûn di xew re çûn di bin lingên kesên lez dikir de can dan.

Rayedaran diyar kirin ku gelek kesên di rêzê de hewl didan bi bez derbas bibin rê li ber kaosê vekirin.

Li Hîndîstanê di dema festîvalên olî de gelek caran îzdîham rû didin. Meha Tîrmehê li navenda Hîndîstanê li ber qeraxa çemekî pîroz di îzdîhama ku rû da 27 kes miribûn.