Çeko Şîmal: Dewleta Tirk sûcê şer dike
Endamê rêveberiya eniyê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê Çeko Şîmal diyar kir ku şervanên azadiyê hemû fedaî ne û yekane hêza dikare wan bisekinîne, yekane navenda çareseriyê Ocalan e.
Endamê rêveberiya eniyê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê Çeko Şîmal diyar kir ku şervanên azadiyê hemû fedaî ne û yekane hêza dikare wan bisekinîne, yekane navenda çareseriyê Ocalan e.
Endamê rêveberiya eniyê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê Çeko Şîmal diyar kir ku şervanên azadiyê hemû fedaî ne û yekane hêza dikare wan bisekinîne, yekane navenda çareseriyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Çeko Şîmal ji ANF'ê re peyivî û destnîşan kir ku Tirkiye sûcê şer dike. Şîmal got, "Mekanîka darbeyê çalak bû, ket meriyetê. Pênasekirina pêvajoya heyî bi vî rengî ye. Bêhiqûqiyeke mezin heye. Li ti devera cîhanê nehatiye dîtin ku hikûmeteke ava nebûye xwedî erka tevgera li derveyî sînor e. Ev sûc e. Ev li dijî pîvanên şer ên navneteweyî ye, li dijî qanûna siyasetê ye. Niha Tirkiye sûcê şer dike."
Çeko Şîmal anî ziman ku hikûmeta demkî ya di hilbijartinan de têk çû Tirkiyeyê ber bi şer ve dehf dide û bang li saziyên navneteweyî kir ku li dijî şerê AKP'ê daye destpêkirin, derkevin.
Şîmal got "Bê edaletiyek, bê hiqûqiyek heye. Di bin navê tevgera hewayî ya li derveyî sînor de gel, gundî jîngeh hedef tên girtin. Gotin kampa gerîla ye û li gundê Zergelê xistin. Niha jî dixwazin vê komkujiya li sivîlan kirine, rewa nîşan bidin."
Şîmal rexneyên tund li PDK'ê kir û anî ziman ku ev êrîşên dewleta Tirk bi erêkirin û desteka rêveberiya Barzanî pêk hatine.
Çeko Şîmal da xuyakirin ku Barzanî destûr daye komkujiyê û got, "Eger hikûmeta herêmî destûr nedabûya vê, eger cihê xwe di nava vê konseptê de cih negirtibûya wê balafirên şer ên Tirk nikarîbûya sînor derbas bikin û li sivîlan bidin. PDK li ser xaka xwe ji gelê xwe re dibêje dest ji cih û warên xwe û zozanên xwe berdin û biterikînin. Rewşeke bi vî rengî li holê heye. Rewşeke bazirganiya şer. Bazirganiya şer aktîf bûye."
'YEKANE MÛXATABÊ ME RÊBERÊ ME YE'
Şîmal di dewama axaftina xwe de got, "Şer di dawiya dawî de dikare bi awayekî bi encam bibe, ji holê bê rakirin, lê belê xerîbûna mirovekî ji xwe, ji civak, çand û gelê ti carî çareser nabe. Dermanê vê nîne. Ji ber vê yekê rêxistina me jî bang kir. Got; divê Barzanî bi çavê Kurdan li rewşê binêre. Bi çavê Kurdan li gelê xwe, li rêxistinbûyîna xwe ya siyasî, li yekbûyîna xwe, li yekîtiya neteweyî binêre. Bi çavê dewleta Tirk, bi çavê Davûtoglû ti carî aramî nayê vê xakê. Bi ti awayî yekbûyîn, dewlemendî nabe. Medya şerê taybet bi taybetî di ser Rûdaw re berê xwe dide tevgera azadiyê ya Kurd, berê xwe dide Kurdan. Eger hikûmeta herêmî destûr nedabûya vê, cihê xwe di nava vê konseptê de negirtibûya, cesaretê Tirkan tinebû bikevin Herêmên Parastinê yên Medyayê."
Çeko Şîmal got, "Pêwîste dewleta Tirk, AKP, Davûtoglû jî vê bizanibin; PKK û berxwedêr û şervanên azadiyê ne ew şervanên beriya hefteyekê ne" û ragihand ku rêveberiya rêxistinê bi zehmetî civata xwe ya rêxistinî disekinîne. Şîmal got, "Her heval xwedî hest û nêrîneke fedaî ne. Di vê mijarê de ne tenê gerîla, gel jî xwedî daxwaze. Yekane hêza dikare vê bisekinîne Rêberê me ye. Ji bilî Rêberê xwe em kesî mûxatab nagirin, li kesî guhdarî nakin. Em şervanên Rêbertiyê ne. Em hevrêyên Rêbertiyê ne. Di vî warî de yekane perspektîfa me Rêberê me ye. Lewma ji bilî wî em ti perspektîf û ti hişyariyan li ber çavan nagirin. Yekane xwediyê gotinê li ser çareseriyê Rêbertî ye."
'DEWLETÊ PÊVAJO QEDAND'
Şîmal diyar kir ku dewleta Tirk pêvajo qedandiye û got, "Rêveberiya rêxistina me nexwest bibe aliyê pêavjo qedandiye. Duh jî bi vî rengî bû, îro jî bi heman rengî ye. Yê ev pêvajo qedand dewlet e. Plan û konsepta Davûtoglû ye. Gelê Tirkiyeyê, gelên Rojhilata Navîn ber bi konsepteke tirsnak ve dehf didin."
Çeko Şîmal got, "Rastiya Apoyî, rastiya fedaî ya Apoyî bi şer re bûye yek. Ji vê ne cuda ye. Ne êrîşên hewayî ne jî êrîşên li hemberî gel nikarin bi me."
Şîmal ev xal destnîşan kir: "Rewşên ku bi salan ceribandin careke din diceribînin, lê bi kêr nayên. Artêş bi xwe, hikûmet bi xwe, ji salên 90'î ne wêdetir in. Me salên herî dijwar ên şer dîtin. Wê nikaribin bi me. Yên difikirin ku vê rewşê bînin serê me, xwe dixapînin. Ya tê lîstikê mekanîka darbeyê ye. Darbe di dewrê de ye. Her kes dizane ku aliyekî mûxatabê vê pêvajoyê, ji bo pêvajoyê bi berpirsyarî, rêyên diyalog-çareseriyê bimeşîn, serî li hezar rê û rêbazan da. Daxuyaniyên rêveberiya me ya rêxistinê li holê ne. Deklarasyon li holê ye. Lewma ti kes nikare me sûcdar bike. Bila komîsyonekê ava bikin û lêkolînan bikin. Ewqas derew nabe. Em leşker in, şervanên gel in, hêzên parastina rewa ne. Em xwediyên Herêmên Parastinê yên Medyayê ne. Bi salane em van deran diparêzin. Ji niha û pê ve jî em ê biparêzin. Bila ti kes nekeve nava hesabên biçûk."