Rojnamevan Denîz Firat a li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî di 8'ê Tebaxa 2014'an de dema berxwedana gel û gerîla ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê nîşan dida jiyana xwe ji dest da, ji aliyê Endama Dîwana Serokatiyê ya KCK'ê Sozdar Avesta ve hat vegotin.
Avesta diyar kir ku Denîz Firat di temenê biçûk de êşên mezin kişandiye, lê li hemberî van kesayetiyeke berxwedêr afirandiye û got, "Dewleat Tirk bi salan bi qanûnên taybet re êrîşî Kurdistanê kir. Malbata hevala Denîz jî weke malbateke welatparêz rastî êrîşan hat. Hînê hevala Denîz di temenekî biçûk de bû malbata wê neçar ma koç bike. Di destpêkê de malbat derbasî Rojhilatê Kurdistanê bû, dûre hat Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hingî hînê 7 salî bû. Piştî wê rojê bû parçeyek ji têkoşînê. Çar xwişk li refên herî pêş ên têkoşînê cih girt. Xwişka wê ya mezin hevala Binevş, di nava tevgera azadiyê ya jinê de yek ji yekem hevalên jin ên doçka bi kar anî bû. Ji bo bîranîna wê li ser hemû doçkayên me navê hevala Binevş tê nivîsandin."
'BI DÎSÎPLÎN, RÊXISTINBÛYÎ, AFIRÎNER Û SERKETÎ BÛ'
Avesta axaftina xwe bi vî rengî dewam kir:
"Îro yekemîn salvegera şehadeta hevala Denîz Firat e. Endama çapemeniya azad hevala Denîz par weke îro dema berxwedana Wargeha Mexmûrê dişopand, ji aliyê çeteyan ve şehîd hat xistin. Di şexsê hevala Denîz de hemû şehîdên me yên şoreşê bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînim.
Xebatên hevala Denîz bi dîsîplîn, afirîner û rêxistinbûyî bû; her tim serketin esas digirt. Di felsefeya hevala Denîz de serneketin tinebû. Ti carî têkçûn qebûl nedikir, digot, 'çi dibe bila bibe ez ê bi ser bikevin'. Ji ber vê yekê dest bi kîjan xebatê dikir, bi ser dixist. Salên dûr û dirêj di nava têkoşîna azadiyê de cih girt. Tevî ku qet neçû dibistanê jî xwendin, nivîsandin li nava refên têkoşînê hîn bû. Ji bo bibe dengê gel, pîşeyê rojnamevaniyê hilbijart û bi vîneke mezin li vê qadê xebatên xurt meşand. Negot 'ez nizanim', ji bo bizanibe ket nava hewldanan. Daxwaza hînbûnê ya di dilê xwe de ti carî winda nekir. Dema ev kar meşand ti carî xwe bi sînor nekir û hem ji aliyê nivîskî hem jî dîtbarî gelek xebat meşand."
Endama Dîwana Serokatiyê ya KCK'ê Sozdar Avesta diyar kir ku ew Denîz Firat ji temenê wê yê zarokatiyê ve nas dike û got, "Di têkoşîna jiyanê de bi biryar bû. Her tiştê dixwest bike dikir û bi ser dixist. Heta nefesa xwe ya dawî pîşeyê rojnamevanî bi awayekî rast bi cih anî û di vê oxirê de şehîd ket. Di salvegera yekemîn a şehadeta wê de, em hevala Denîz Firat ku dengê çapemeniya azad de bi rêzdarî bibîr tînin."