KCK'ê banga xurtkirina yekîtiya neteweyî kir

KCK'ê diyar kir ku hin organên çapemeniyê nûçeyên derew diweşînin û îdîa dikin ku PKK wê êrîşî PDK'ê bike. Komîteyê got, "Li dijî yên dixwazin di navbera Kurdan de şer derdixîne, bersiva herî xweş, xurtkirina xebatên yekîtiya neteweyî ye."

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê da xuyakirin ku hin organên çapemenî-weşanê nûçeyên derew diweşînin û îdîa dikin ku PKK wê êrîşî PDK'ê bike. Komîteyê got, "Di vê pêvajoya ji aliyê destketiyên me yên li her parçeyî ve gelekî hesas e de, aşkera ye ku xefik û komployên bi vî rengî gelekî xetere ne. Li dijî yên dixwazin di navbera Kurdan de şer derdixîne, bersiva herî xweş, xurtkirina xebatên yekîtiya neteweyî ye."

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di rojên dawî de ji aliyê hin derdorên tarî ve hem di nava civaka Başûrê Kurdistanê hem jî di nava hin organên çapemenî-weşanê de propaganda dikin û nûçeyên şaş diweşînin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev derdorên tarî dibêjin ku PKK ji êrîşên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê PDK'ê berpirsyar dibîne, ji ber vê yekê wê êrîşî bike. Beriya her tiştî em bi awayekî zelal destnîşan dikin ku ev propaganda, şîrove, nûçe û gotgotên îdîa dikin ku Tevgera me wê PDK'ê hedef bigire, derew in, bêsparte ne. Em, hêzên ku van lîstikên qirêj, kirêt û xetere plan dikin, şermezar dikin. Em li bendê ne ku di serî de gelê me û partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê, tevahiya gelê Kuerdistanê û hêzên civakî-siyasî, li hemberî lîstikên van navendên tarî hişyar bin."

'EM Ê LÎSTIKÊN WAN PÛÇ BIKIN'

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê got, "Aşkera ye ku propaganda, nûçe, şîrove û gotgotên bi vî rengî, ji aliyê hêzên nikarin xwe li destketiyên gelê Kurd, bi taybetî tevgera me ya azadiyê û hêzên demokrasiyê yên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê rabigirin ve tên kirin" û ev xal destnîşan kir:

"Bi nêzîkatiyên bi vî rengî yên provokatîf re, paralelî êrîşên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û êrîşên hewayî yên li Başûrê Kurdistanê yên li dijî tevgera me, dixwazin di nava hêzên Kurdan de şerekî navxweyî derxînin û li hemû parçeyan destketiyên gelê me bi taybetî jî destketiyên tevgera me ya azadiyê ji holê rakin. Tevgera me ya azadiyê ku haya xwe ji vê rewşê heye, ji bo pûçkirina lîstikên tên xwestin werin lîstin di asta herî bilind de di nava hewldanan de ye û wê van hewldanên xwe dewam bike.

Berevajî bendewariyên derdorên van propaganda, nûçe, şîrove û gotgotên derew û bêsparte belav dikin, di rojeva tevgera me de şerekî li hemberî PDK'ê yan jî li hemberî hêzeke din a Kurdistanî nîne. Di vê dema ku gelê me li her parçeyî bi gef û xeteriyan re rû bi rû ye de, tevgera me giraniyê dide ser rojeva yekîtiya netweyî û di vî warî de di nava hewldanan de ye. Tevgera me di wê baweriyê de ye ku hemû hêzên siyasî yên li her parçeyî dikarin pirsgirêkên xwe bi rêya hevdîtin û diyalogê çareser bikin. Xebatên yekîtiya neteweyî jî, ji bo ev yek bibe zemîneke mayînde gelekî girîng dibîne.

'EM XEBATÊN YEKÎTIYA NETEWEYÎ XURT BIKIN'

Di vê pêvajoya ji aliyê destketiyên me yên li her parçeyî ve gelekî hesas e de, aşkera ye ku xefik û komployên bi vî rengî gelekî xetere ne. Li dijî yên dixwazin di navbera Kurdan de şer derdixîne, bersiva herî xweş, xurtkirina xebatên yekîtiya neteweyî ye. Li ser vê bingehê di serî de gelê me yê li Başûrê Kurdistanê, em bang li hemû partiyên siyasî, rêxistin û şexsiyetan, dikin ku li dijî hewldanên dixwazin di navbera Kurdan de şer derxînin helwesteke zelal nîşan bidin û xebatên Yekîtiya Neteweyî xurt bikin."