Çalakiya mertalên zindî ya li Çiyayê Agirî di roja pêncemîn de ye
Li çiyayê Agirî bi dirûşma, ‘Em ji bo qesrê nemirin, nekujin’ çalakiya mertalên zindî pêk tê.
Li çiyayê Agirî bi dirûşma, ‘Em ji bo qesrê nemirin, nekujin’ çalakiya mertalên zindî pêk tê.
Bi dirûşma, ‘Em ji bo qesrê nemirin, nekujin’ bi sedan kesên di nav wan de Parlamentere Agirî yê HDP’ê Mehmet Emîn Îlhan, Parlamenterên Îdir Mehmet Emîn Adiyaman, Kiznaz Turkalî, hevşaredarên Îdir, Bazid, Tozan jî hene li zozana Ele ya li qûntarê Çiyayê Agirî di konê vedane de bi awayekî dorveger çalakiya mertalên zindî didomînin.
Parlamenterê Îdir ê HDP’ê Mehmet Emîn Adiyaman di daxuyaniya xwe de got: “Em niha bi beden û dilê xwe li Çiyayê Agiriyê ne. Ji bo zarokên xizan û kedkaran ên 18000 TL pereyên wan nînin ji bo di oxira saltanata Qesrê de nemirin, li hember şer aştiyê qîr dikin, em her kesên mejî û dilê wan radike dawet dikin bi zimanê xwe jî be aştiyê qîr bikin.”
Çalakiya mertalên zindî li çiyayê Tendurekê jî bi awayekî dorveger didome. Hat diyarkirin ku li Îdir û navçeyên cîran jî bi hezaran kes li bendê ne di çalakiyê de cih bigirin.