Li Hewlêr ji bo bîranîna gerîla û pêşmergeyan bîrdarî hat danîn
Ji bo gerîla û pêşmergeyên di êrîşa sala bihurî ya çeteyên DAIŞ’ê li hember Mexmûrê pêk anîn û şerê destpê kir de jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Hewlêr ê Başûrê Kurdistanê bîrdariyek hat danîn.
DELÎL ZÎLAN
MEXMUR / ANF
duşem, 10 gelawêjê 2015, 15:27
Ji bo gerîla û pêşmergeyên di êrîşa sala bihurî ya çeteyên DAIŞ’ê li hember Mexmûrê pêk anîn û şerê destpê kir de jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Hewlêr ê Başûrê Kurdistanê bîrdariyek hat danîn. Malbatên gerîla û pêşmergeyên jiyana xwe ji dest dan di merasîma vekirina bîrdariyê de amade bûn.
Ji bo bîranîna gerîlayên HPG,YJA Star û pêşmergeyên sala bihurî di berxwedana Mexmûrê de jiyana xwe ji dest dan di ketina Hewlêrê de bîrdariyek hat danîn. Di merasîma vekirina bîrdariyê de gerîlaya YJA Star Avesta Harûn Firat (Fîlîz Şaybak), gerîlayên HPG’ê Siyabend Zap (Ramazan Akar), Diyar Şerewî (Hasan Budak) jî di nav de 145 gerîla û pêşmergeyên di berxwedana Mexmûrê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.
Di merasîma vekirina bîrdariyê de Fermandarê Eniya Mexmûr Kerkuk Serdar Aso, Waliyê Hewlêr, gelek fermandarên pêşmergeyan jî amade bûn. Di axaftinan de peyam hat dayîn ku kî dibe bila bibe li hember kesên êrîşî axa Kurdistanê bikin wê têkoşîn bê kirin.