TEV-DEM: Pêwîst e bi hev re Sûriye ji krîzê bê derxistin

Tevgera Civaka Demorkatîk (TEV-DEM) bang li hemû welatiyên Sûriyeyê kir ku ji bo peydakirina çareseriyekê ji aloziyê re ked bidin û hemû nakokiyên xwe bidin aliyekî û bi hevgirtina xwe ber bi çareseriyê ve biçin û Sûriyeyê bi tenê nehêlin.

Tevgera Civaka Demorkatîk (TEV-DEM) bang li hemû welatiyên Sûriyeyê kir ku ji bo peydakirina çareseriyekê ji aloziyê re ked bidin û hemû nakokiyên xwe bidin aliyekî û bi hevgirtina xwe ber bi çareseriyê ve biçin û Sûriyeyê bi tenê nehêlin.

Tevgera Civaka Demorkatîk (TEV-DEM) bang li hemû hêzên demokrasîxwaz û dezgehên civakî yên Sûriyeyê kir ku civîneke şêwermendiyê di navbera nûnerên hemû pêkhateyên Sûriyeyê, dezgehên civakî, hêzên siyasî ku baweriya wan bi diyalogê hene de lidar bixin û çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyeyê re peyda bikin.

Banga TEV-DEM’ê wiha ye:

“Aloziya Sûriyeyê derbasî sala xwe ya 5’emîn bûn, şerê di Sûriyeyê de hêjî welatiyan dikuje, talan û wêrankirinê belav dike. Tevî bi dehan civîn û konferansan lihevhatineke guncav ji aloziya Sûriyeyê re nehate kirin. Di asoyê de ti çareserî û lihevhatin ji aliyê hêzên navnetewî yên têkildarî dosya Sûriyeyê jî nayê dîtin. Di encama şer û pevçûnan de bi sedhezaran welatî hatin kuştin, 2 milyon kes birîndar û astengdar bûn, bi milyonan koçber bûn û wêrankirina Sûriyeyê û binesaziya gelek gund û bajaran hate hilweşandin.

Bi derbasbûna komên terorîst a nava şerê Sûriyeyê ku ji bo pêkanîna ajande û projeyên hin aliyan tevdigerin, li dijî berjewendiyê gelê Sûriyeyê derdikevin. Bi vê yekê Sûriyeyê derbasî qonaxeke dijwartir bû û derketina ji vê aloziyê ne tiştekî hêsan e. Ji bo hêzên herêmî û navnetewî şerê hevûdu têde bikin Sûriyeyê kirine qada şer û pevçûnan. Li hemberî vê yekê em wekî welatiyên Sûriyeyê me derseke xwe wergirt û êdî divê hemû alî bi berpirsyariyeke dîrokî tevbigerin û lehiya xwîna Sûriyeyê rawestînin û aloziya Sûriyeyê bi dawî bikin. Her wiha parastina mozayîka civakî ya Sûriyeyê bikin û rê li pêşiya belavbûna enerjiya civakî ya hundirîn bigirin.

Em wekî Tevgera Civaka Demokratîk dê neyîn şerê mezhebî û em tu carî nabin aliyek di şerê li ser desthildariyê. Me biryara xwe ya aştiyane bijartiye, em bi hemû pêkhateyên din ên siyasî, civakî yên kurd, ereb û suryanî re di îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a sê katonan (Cizîr, Kobanê û Efrînê) bi ser ketin.

Ji bo şoreşa me ya serkeftî tacedar bibe û Sûriyek Demorkatîk û azad li ser esasê yekîtiya pirengî û rêzdariya di navbera hemû aliyan û bi beşdarbûna hemû pêkhateyan pêk were, pêwîste hemû hêzên dilê wan li ser avakirina Sûryeke demorkatîk bi bibe niştimanê hemû kesî bighêjin hev. Ev yek dê bi destnîşankirin nexşeriyekê ji bo çareserkirina aloziya li Sûriyê li ser esasê demorkatîk, hevgirtina wekhev ya dinavbera herdû zayendan, azadiya jinan a dê bibe misogeriya hemû azadiyan. Her wiha li ser esasê hevgirtineke niştimanî ku nûnerên hemû netewan, çalakiyên civakî, hêzên siyasî yên baweriyan wan bi çareserkirina siyasî tê cihê xwe tê de bigirin. Peydakirina çareserkirina siyasî ku dê di riya hevdîtinên şêwirî wê pêk were.

Em di wê baweriyê de ne ku dê hewldan û kedên niştecihên vî welatî û hevalbendên wan dê planan derbixe ku gelê herêmê ji aloziyê derbixe û wan biparêze. Serkeftina wê yekê dê nerîna hemû hêzan bighîne hev û dê bibe berpirsyara exlaqî, wijdanî ya çareserkirina aloziyê. Ji ber wê yekê pêwîste kar li gorî dozên gel û pirojeyên demokratîk bêne kirin û rê bê dayîn ku hemû alî beşdarî çareserkirin û avakirina Sûriya demokratîk a ne navendî ku dê bibe welatê hemû gelên Sûriyê ku dê bi rêzgirtin û li gorî qanûn û hevpeymanên navnetewî û li gorî misogeriya destûran nêzî hev bibin.

Em bang li hemû gelê Sûriyê dikin ku keda xwe bixin xizmeta hewldanên derxistina riya rast ya xelasiyê, keda hemû gelê Sûriyê yên kurd, suryan, ereb, asûr, turkmen, çerkes, çeçan û herwekî din ji musliman, xiristyan û durzî nakokiyên xwe danin aliyekî û ji bo çareserkirinê destê xwe bidin hev. Ev yek dê bibe encama pêşxistina baweriya me ya ji Sûriyê li beramberî hemû aloziyan.