Li Wanê teqîn: 2 zarok birîndar bûn
Li Wanê, ji ber teqîna bombeyek li çopê hat dîtin 2 zarok birîndar bûn.
Li Wanê, ji ber teqîna bombeyek li çopê hat dîtin 2 zarok birîndar bûn.
Li taxa Xaçort a Wanê, ji ber teqîna bombeya destan a li çopê hat dîtin du zarok bi giranî birîndar bûn.
Ozcan Işik ê 15 salî û Mazlûm Işik ê 13 salî, di encama teqîna bombeya li çopê dîtin de bi giranî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê.
Ozcan Işik rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê, Mazlûm Işik jî rakiirin Navenda Tipê ya Dûrsûn Odabaşi.
Rayedarên nexweşxaneyê diyar kirin ku xeteriyeke jiyanî ya zarokan nîne û got, "Mazlûm ji destên xwe, Ozcan jî ji sînga xwe birîndar bû. Tedawiya wan dewam dike."
Parlamentera HDP'ê ya Wanê Lezgîn Botan û hevseroka DBP'ê ya Bajarê Wanê Hamiyet Şahîn hatin nexweşxaneyê û der barê birîndaran de agahî stendin.