Şervan Varto û Andok Êrîş li Kolnê hatin bîranîn
Endamê Konseya Fermandaran a HPG'ê Şervan Varto û gerîla Andok Êrîş ê di çalakiya fedaî de jiyana xwe ji dest da, li Kolnê hatin bîranîn.
Endamê Konseya Fermandaran a HPG'ê Şervan Varto û gerîla Andok Êrîş ê di çalakiya fedaî de jiyana xwe ji dest da, li Kolnê hatin bîranîn.
Endamê Konseya Fermandaran a HPG'ê Onder Aslan (Şervan Varto) yê di êrîşa bombeyî ya li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê de jiyana xwe ji dest da û Mûrat Butun (Andok Êrîş) ê li navçeya Agirî Bazîdê li hemberî qereqola Karabûlakê çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest da, li bajarê Elmanya Kolnê hatin bîranîn. Di merasîma bîranînê de Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal, Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç û gelek siyasetmedar û welatparêz amade bûn.
Di merasîma li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Kolnê de, sînevîzyona li ser Andok Êrîş û Şervan Varto hatibû amadekirin, hat nîşandan.
KARTAL: GUNEHÊ XWÎNA DIRIJE DI STUYÊ ERDOGAN DE YE
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal di axaftina xwe ya li vir de nerazîbûn nîşanî polîtîkaya şer a AKP'ê da û got, "Gunehê tevahiya xwîna dirije di stuyê Serokkomar Erdogan de ye. Ji bo kursiya xwe hewl dide li ser xwîna zarokan ji nû ve bibe desthilatdar. Ev rê ne rêya aştiyê ye, rêya şer û rondikên çavan e. Tevî vê yekê jî ji vê rêyê venagere û her derê dike qada şer. Li hemberî vê yekê Andokan, Tolhildanan nîşan dan ku ev gel ne bi tenê ye û kengî bixwaze nikare êrîşî vî gelî û Rêberê vî gelî bikin. Gotin 'Em ê jî bi çalakiyên fedaî ji pêvajoyê re bibin bersiv'. Di şexsê Andok Êrîş û Tolhildan Firatan de ez careke din hemû şehîdên me bi rêzdarî bibîr tînim."
AMED: DI HER ŞERT Û MERCÊ DE EM Ê NETEWEYA DEMOKRATÎK BIXIN MERIYETÊ
Li ser navê TJKE Zelal Amed jî wiha axivî: "Em di pêvajoyeke gelekî girîng re derbas dibin. Rêberê me gav bi gav hewl da jiyana demokratîk ava bike. Mîna ku Rêberê me dibêje, 'hûn êdî nikarin me tine bikin, bi têkoşîna xwe ya 40 salan re vî gelî berxwedana xwe nîşan da'. Pêwîste êdî projeya jiyana bi hev re ji aliyê her kesî ve were qebûlkirin. Bi şer hûn ti carî nikarin vî gelî têk bibin.
Eger neteweya demokratîk bi cih neyê anîn, divê wê demê her kes ji têkoşîna gel a demokratîk re amade be. Lê belê eger di rêya aştiyê de be ev yek wê li berjerwendiyên hemû gelan bê. Gelê me wê di her şert û mercî de neteweya demokratîk bixe meriyetê. Ji ber vê yekê em dibêjin bêyî rijandina xwînê em di nava aştiyê de ava bikin."
'DIVÊ BERXWEDANEKE TOPYEKÛN BÊ NÎŞANDAN'
Amed got, "Andok Êrîş û Tolhildan Firat bi sekna xwe re nîşan dan ku sekna şerê gel ê demokratîk bi çi rengî ye" û ev xal destnîşan kir:
"Dewletê ne tenê li hemberî gerîla dest bi şerê topyekûn kir, li hemberî gelê me dest bi êrîşa topyekûn kiriye. Mînaka vê ya dawî Silopiya ye. Li Silopiyayê li hemberî berxwedana gelê me dewletê bi dijwarî rûyê xwe yê şer nîşan da. Divê em jî gelekî baş fêm bikin ku sekna hevalên Şervan, Andon û Tolhildan tê çi wateyê. Bi fêmkirina hevalan re em nikarin li jiyana xwe ya berê vegerin. Hevalê Andok ji dema ji dayikbûna xwe û pê ve li cihekî welatparêziyê mezin bû. Wî ti carî ji sekna Apoyî tawîz nedaye. Hevrê Andok hevalekî ewçend xwedî vîneke bi xurt e ku li girtîgehê tevî emrê xwe yê biçûk ji rojiya mirinê re pêşengî kir. Em careke din di şexsê şehîd Andok de hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin û soz didin ku em ê ala wan her bilind bikin."