Li Silopiyayê rewş awarte ye

Li Silopiyayê ku polîsan 3 kes lê qetil kirin rewşeke awarte heye. Helîkopterên leşkerî li ser navçeyê, maşînên leşkerî û polîsan jî li nava kolanan digerin. Hevşaredarê Silopiyayê got, "Li kolanan ti kes nîne. Li holê rewşeke awarte heye."

Li navçeya Şirnex Silopiyayê ji taxên Başak (Zap) û Nûhê dengê çekan tê.

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez a li taxa Zapê li serdana serxweşiyê ye got, "Ji derve dengê çekan tê. Lê belê em baş hîn nebûn rewş çi ye."

Dûre li taxa Başakê di dema derbasbûna wesayîteke zirxî ya polîsan de teqînekê rû da û di encamê de 4 polîs mirin, polîsek jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, polîsên bi maşînên zirxî ketin nava kolanan, gule li derdorê reşandine.

Hat ragihandin, ku di encama gulebaran polîsan de ciwanê bi navê Temer Şeflek (17) birîndar bû. Ciwanê birîndar ji ber dorpêça polîsan demek dirêj ranekirin nexweşxaneyê. Ji ber aloziya çend rojin li navçeyê berdewam dike wekîlên HDP'ê li navçeyê ne û piştî wekîl ketin navberê ciwan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

Hevşaredarê Silopiyayê Seyfettîn Aydemîr da xuyakirin ku der barê bûyerên diqewimin de agahiyeke zelal negihaştiye ber destê wan û got, "Ez niha li avahiya Şaredariyê me. Lê belê li navçeyê rewşeke awarte (OHAL) a bi fermî nehatiye ragihandin, heye. Me bihîst ku teqînê rû daye. Li ser navçeyê helîkopter digerin. Li nava kolanan jî maşînên zirxî di nava tevgerê de ne. Li kolanan mirov nîne, şêniyên navçeyê hemû ketine hundirê malên xwe."

POLÎSAN DI 7'Ê TEBAXÊ DE 3 KES QETIL KIRIBÛN

Li Silopiyayê, polîsan bi çekên giran êrîşî gelê li hemberî serdegirtinên malan û binçavkirina li ber xwe dida kiribûn û 3 kes qetil kiribûn.

Bavê 3 zarokan Kamûran Bîlgîn ê 27 salî, Hamdîn Ûlaş ê 58 salî û Mehmet Tanboga yê 17 salî piştî rojekê ji aliyê bi deh hezaran kesan ve hatibûn veşartin.