‘Wê dewlet me bi rê ve nebe; em ê xwe bi rê ve bibin’
Li Şirnex û navçeyan Meclisa Gel ên bajar û navçeyan bi daxuyaniyan şerê ku li ser gelê Kurd hatiye îlankirin şermezar kirin û diyar kirin ku ew êdî bi vî awayî ti sazîyê dewletê re nameşin.
Li Şirnex û navçeyan Meclisa Gel ên bajar û navçeyan bi daxuyaniyan şerê ku li ser gelê Kurd hatiye îlankirin şermezar kirin û diyar kirin ku ew êdî bi vî awayî ti sazîyê dewletê re nameşin.
Li Şirnex û navçeyan Meclisa Gel ên bajar û navçeyan bi daxuyaniyan şerê ku li ser gelê Kurd hatiye îlankirin şermezar kirin û diyar kirin ku ew êdî bi vî awayî ti sazîyê dewletê re nameşin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku rayadarên hatine tayînkirin nikarin wan bi rêvebibin û ew ê bi xwe parastina xwe bibin û parastina xwe ya cewherî pêk bînin.
Li Şirnex, Cizîr, Hezex û Silopî Meclîsên Gel têkildarî êrîşên herî dawî ku li ser gelê kurd tê meşandin û nêzîkatiyên saziyên dewletê daxuyanî dan. Meclîsa Gel a Şirnexê bi tevlîbûna Rêxistina DBP'ê ya Şirnexê, hevşaredar û rêxistinên sivîl ên civakî yên bajar li taxa Yeşîlyurtê hatin cem hev û daxuyamî dan çapemeniyê. Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Şirnexê li ser navê Meclîsa Gel daxuyanî xwend û diyar kir ku pêvajoya çareseriyê ya ku di sala 2013'an ve ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve bê bersiv hat hiştin û tu gavên ku çareserî pêk bê neavêtin.
Li navçeya Silopî ji bi heman armancê bi tevlîbûna hemû saxiyên civakê yê sivîl tevlî daxuyaniya li ber Meclisa taxê ya Ofîsê hat dayîn bûn. Li ser navê Meclisê Jiyan Demir daxuyaniyê xwend. Demir diyar kir ku ew weke Meclisa Bajêr a Silopiya êdî bi dewletê re nameşin. Demir got ku pêvajoya aşitiyê ku ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daya despêkirin lê hûkûmeta AKP'ê tu gav navêtiye û dest bi polêtîkayên imhayê kiriye. Demir desnişan kir ku ev 5 mehin tecrid li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin. Demir da zanîn ku piştî komkujiya Pirsusê AKP'ê li Kurdistanê şer îlan kiriye û wiha got: "Qadên Parastina gel hatin bombaran kirin, Xewezaya kurdistnê hata bimbaran kirin. Gûn û zozan hatin vala kirin. Mînaka vê ya herî ber bi çav jî qetima gûndê Zergele ye."
'SAZIYÊN DEWLETÊ REWABÛNA XWE WINDA KIRINE'
Demîr bal kişand ser şerê topyekûn ku li Silopiya tê meşandin û ev tişt got:" Ji 7'ê Tebaxê vir ve şerek li vir tê meşandin. Di encama vî şerî de 3 welatiyê sivîl jiyana xwe ji dest dan. Hemu saziyên dewletê rewabûna xwe hûnda kirine . Em bi dewletê red nakin lê êdî em bi dewletê re bi rêva naçin. Rayadarên dewletê ku hatine tayîn kirin me bi rê ve nabin. Em ji îro pêde xwe parastinba cewherî esas digrin û li ser bingeha demokrasiyê jiyana xwe ava dikin. Ji îro pê de emê li hember hemû êrîşan parastina xwe ya cewherî pêş bixin."
Li navçeyên Cizîr û Hezexê jî bi heman armancê û heman daxuyanî da çapemeniyê.