MAT’ê xwest bêpevçûnî pêk bê û tecrîd bê rakirin

MAT’ê xwest derbasî rewşa bêpevçûniyê bêkirin û dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê anîn.

MAT’ê xwest derbasî rewşa bêpevçûniyêî bêkirin û dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê anîn.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Berdevkê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê (MAT) Hakan Tahmaz ve hat kirin wiha hat gotin, “Tirkiye bi lez û bez ber bi kendalekê ve diçe. Ji vê çûyîna şaş re gotina ‘êdî bes e’ deynê stûyê kesên e ku li ser vê xakê dijîn. Dîsa çekan dest bi teqînê kir. Roj bi roj nûçeyên pevçûn, bomberdûman û kuştinan zêde dibe. Êrîşa duh li Stenbolê hat lidarxistin dide nîşandan ku em ketin çi rêyê û rehendên tehlîkeyê nîşanî me dike.”

‘BILA REWŞA BÊ PEVÇÛNIYÊ BÊ SAZKIRIN, TECRÎD BÊ RAKIRIN, MUZAKERE DESTPÊ BIKIN’

Tahmaz pêşniyar kir ku bila rewşa bêpevçûniyê careke din vegere û wiha bang li aliyan kir:

“Pêwîste PKK bêyî ku dem winda bike dawî li çalakiyên çekdarî yên di nava sînorên Tirkiyeyê de bîne. Pêkhatina vê gava bêpevçûniyê wê bibe gava girîng û hêja.

Li gel vê divê hikûmet dawî li operasyonên leşkerî yên li hemberî hêzên PKK’ê bîne.

Divê dawî li qedexeya hevdîtinê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê anîn. Pêwîste şert û mercên ku bikare role xwe ya ji bo pêşdebirina pêvajoya çareseriyê û rewşa bêpevçûniyê veguherandina aştiyê bilîze bêne sererastkitin. Pêwîste astengiyên li pêşiya pêşketina pêvajoya çareseriyê bêne rakirin; ji bo derbasî qonaxa muzakereyan bibe, pêwîste mekanîzmayên pêwîst bêne sazkirin.

Dema ku alî li hemberî hev rexneyên siyasî yan jî nêrînên xwe tînin ziman, divê qet li hemberî aliyê din zimanê nefretê bi kar neyne.”