Dewleta Tirkiyeyê ket axa Sûriyeyê!

Plana Tirkiyeyê ya dagirkirina Sûriyeyê gava xwe ya yekemîn avêtin, Tirkiye di deriyê sînor ê Bab El-Selamî yê bajarok Ezazê ket axa Sûriyeyê.

Plana Tirkiyeyê ya dagirkirina Sûriyeyê gava xwe ya yekemîn avêtin, Tirkiye di deriyê sînor ê Bab El-Selamî yê bajarok Ezazê ket axa Sûriyeyê.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêmê girtin, Dewleta Tirkiyeyê îro kete axa Sûriyeyê.

Li gorî agahiyên herêmê Dewleta Tirkiyeyê li ser navê koma bi navê Sultan Murat a girêdayî Tirkiyeyê îro di deriyê sînor ê Bab El-Selamî yê bajaroka Ezaz ket axa Sûriyeyê. Ev koma ket axa Sûriyeyê ala Tirkan rakir û ber bi gundê Kefferan û Delhan ê girêdayî Ezazê ve meşiya.

Her wiha komek din li ser navê Fatih Sultan Mehmed ji bi otobus û wesayîta pikap ku doçka li ser barkirî, ji Idlibê ber bi Ezazê ket rê.