Polîsan li Qoserê êrîşî meşa protestoyî kirin

Rêxistina DBP û HDP'ê yên Qoserê bi boneya tecrîda li ser Ocalan şermezar bike û êrîşên polîs û leşkeran ên li ser gel dawî bibe, xwest meşa aştiyê pêk bîne. Lê polîsan êrîşê meşa aştiyê kir û pevçûn derket.

Rêxistina DBP û HDP'ê yên Qoserê bi boneya tecrîda li ser Ocalan şermezar bike û êrîşên polîs û leşkeran ên li ser gel dawî bibe, xwest meşa aştiyê pêk bîne. Lê polîsan êrîşê meşa aştiyê kir û pevçûn derket.

Rêxistina DBP û HDP'ê yên Qosera Mêrdînê, bi boneya helwesta xwe ya li dijî şerê herêmê bîne ziman û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan şermezar bike xwest meşa aştiyê pêk bînin. Girseya ku li Parka Mehmet Sincarê kom bû, bi armanca êrîşên polîsan ên li dijî gelê Sîlopî, Cizîr û Nisêbînê şermezar bike, xwest heta Goristana Çeçenê Meşa Aştiyê pêk bîne. Girseya ku ji aliyê polîsan ve hatibû dorpêçkirin, piştî bi pankarta "Em destûr nadin şer û em şer nadin kirin" dest bi meşê kirin rastî êrîşa polîsan hat. Piştî polîsan êrîşî girsê kir, girsê jî dest bi çalakiya rûniştinê kir. Wekîla HDP'ê ya Mêrdînê Enise Guneyli û rêveberên DBP û HDP'ê bi polîsan re hevdîtin kir. Girsê jî bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e" berz kirin. Piştî hevdîtinê polîsan dîsa destûr neda meşê û girsê dîsa xwest bimeşin. Polîsan bi bombeyên gazê, ava şid û ava îsotan êrîşî girsê kir. Li ser êrîşa polîsan di navbera polîs û girsê de şer derket û şer li kolan û kuçeyan belav bû. Bûyer li nava kuçe û kolanan didomin.