KCK: Pêwîstî bi helwesteke siyasî ya derketina şerên nû rawestîne heye - HAT NÛKIRIN

KCK: Pêwîstî bi helwesteke siyasî ya demokratîk a bi awayekî xerab bikaranîna agirbest û bêpevçûniyê asteng bike û nehêle şer û pevçûnên nû derkevin heye.

KCK: Pêwîstî bi helwesteke siyasî ya demokratîk a bi awayekî xerab bikaranîna agirbest û bêpevçûniyê asteng bike û nehêle şer û pevçûnên nû derkevin heye.

Hevseokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ya daxuyaniyeke nivîskî weşand got ku wek Tevgera Azadiyê ya Kurdistan timî agirbest îlan kirine, lê yek ji wan jî ji bo çareseriya demokratîk û siyasî nehatiye nirxandin, di encam de dîsa bi rêbazên şer an jî şerê taybet polîtîkayên tasfiyeyê kirine dewrê û pirsgirêka Kurd bê çareserî hatiye hiştin.

Hevseokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got: “Heta pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin ne mimkun e mirov ji vê pirsgirêkê rizgar bibe. Lewma Pêwîstî bi helwesteke siyasî ya demokratîk a bi awayekî xerab bikaranîna agirbest û bêpevçûniyê asteng bike û nehêle şer û pevçûnên nû derkevin heye.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku niha raya giştî li bersiva pirsa, çima tevî nêzî  3 salane bêpevçûnî heye niha pevçûnan destpê kir digere û wiha dewam kir “Gotin pêvajoya çareseriyê, lê pirsgirêk nehatin çareserkirin; li sedema van dipirse. Pirsa van ji aliyê raya giştî ve di cih de ye. Ji ber dema sedem bên fêmkirin wê rêyên çareseriyê jî bên dîtin.

Tevgera Azadiyê ya Kurd ji sala 1990’î heta niha 9 caran agirbesta yekalî îlan kir ji bo dewleta Tirk û hikûmetên wê pirsgirêkan bi rêyên demokratîk siyasî çareser bikin firsend da. Di nav wan de hikûmeta herî zêde agirbest hatin îlankirin û firsenda çareseriyê jêre hat dayîn hikûmeta AKP’ê bû. Lê belê hikûmetên AKP’ê li şûna pêvajoyên agirbestê rast binirxîne, bi awayekî ku bi hin parçeyên çareseriyê nayîne hilbijartinan qezenc bike, bi mijûlkirinê re demê qezenc bike û dema firsendê bibîne Tevgera Azadiyê ya Kurd tasfiye bike girtiye dest. Hikûmeta AKP’ê bi avakirina bendewariyan pirsgirêk çareser nekir, li ser neçareseriyê re xwest desthilatdariya xwe bidomîne û bi vî terzê siyasetê agirbestên heta niha hatine îlankirin berhewa kir.

Rêber Apo, di demeke ku Rojhilata Navîn û Sûriye ket nav kaoseke pevçûnên dijwar di salên 2011 û 2012’an de şer û pevçûnên dijwar ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rawestand, agirbest û bêpevçûnê ava kir, ji bo Tirkiyeyê firsenda ku pirsgirêka Kurd çareser bike, Tirkiyeyê demokratîk bike û li Rojhilata Navîn bibe girava îstîkrariyê da. Ji bo vê di Newroza 2013’an de manîfestoyeke demokratîk a çareserkirina pirsgirêkên Tirkiye û Rojhilata Navîn dike armanc weşand.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê li şûna atmosfera siyasî û bangên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rast fêm bike, bi qurnaziya siyasetmedarê bajarok tişta li gor dilê xwe fêm dike, weke tewşo ber bi xwe ve jêdike û got: “Li şûna ku îradeya derketina gerîlayan a derveyî sînorê Tirkiyeyê rast fêm bike, weke ku wê bersiva van gavan nebe tevgeriyaye; hê di destpêkê de ketiye nav helwesteke ku vekişînê û pêvajoyê bê wate bike. Di atmosfera ku agirbestê ava kir, karê qereqol, kalekol, bi armanca leşkerî rê û bendav çêkir û ket nav hewldanên şer. Li hemberî vekişîna gerîlayan li gor mutabaqata Îmrali diviyabû demldest xebatên destûra bingehîn û qanûnî hatibana destpêkirin. Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç ku got, ‘Heta dojehê rêya wan heye’ nîşan dida bê van gavên cidî çawa bigirin dest. Li hember vê helwesta bê berpirsyar, neavêtina gavên destûra bingehîn û qanûnî vekişîna gerîlayan piştî 3 mehan ku me rawestand jî bêpevçûnî dewam kir. Lê hikûmeta AKP’ê bi ti awayî li gor bêpevçûniyê tevnegeriya; li gor atmosfera bêpevçûniya ku Tevgera Azadiyê afirand şêwazekî şerê taybet ê nû kiriye dewreyê. Ji Newroza sala 2013’an a bi awayekî fermî agirbest hat îlankirin heta niha bi dehan sivîl hatin qetilkirin, bi hezaran siyasetmedar, ciwan û jin girt, dijmintiya li hember Şoreşa Rojava ku kir û destekdayîna DAIŞ’ê nîşan dide ku AKP bêpevçûniyê ne ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi awayekî ku li demê hatiye belavkirin Tevgera Azadiyê bi tasfiyeyekê ji holê rake girt dest.

Bi gotina pêvajoya çareseriyê civak kiriye nav bendewariyekê, lê ji bo çareseriyê ti gav neavêtiye. Rêber Apo û Tevgera me li hember qetilkirina bi dehan sivîlan, girtina ciwan, îxtiyar, jin û zilaman û amadekariyên şer, bi sebir tevgeriyaye, pir bi sînor bi armanca hişyariyê ji bilî yek du çalakiyan neketiye nav helwesteke din. Rewşa bêpevçûniyê parastiye. Hikûmeta AKP’ê tevî ku bi dehan caran ketiye nav hewldana bêwatekirina bêpevçûniyê û qedandine û ji bo vê ketiye nav çalakî û pêkanînan jî, Rêber Apo û Tevgera me ji bo civakê, dewletê û hêzên iyasî bixe nav pêvajoya çareseriyê û firsendê bide ku gavan biavêjin sebir kirine.

Rêber Apo diyalogên li Îmrali di nav sebreke mezin de bi metanet û hesas dewam kiriye. Ji bo firsendê bide hikûmeta AKP’ê rêyekê veke helwest û pêkanînên nayên qebûlkirin nekiriye rojevê. Lê belê hikûmeta AKP’ê li şûna vê nêzîkatiya Rêber Apo bi berpirsyartiyeke mezin ji bo xwe wek firsendekê bibîne, dest ji nêzîkatiyên ku Rêber Apo di rawestandina têkoşînê û bêbandorkirina PKK’ê de bike navgîn bernedaye. Rêber Apo timî ku bi gotina ‘Min nekin navgîn’ hişyar kir jî ev helwesta xwe domandine. Xwe bi aqil ên li hember xwe jî wek muxatabên ku bixapînin û mijûl bikin dîtine. Wer fikirîne ku wê gotina ‘Alavere dalavere Memedê Kurd biçe nobetê’ careke din pêk bînin. Di mijareke pir cidî de asoya siyasetmedarên besît derbas nekirine. Li şûna li hember Têkoşîna Azadiyê ya mezin a gelê Kurd ev 40 sal in didomîne gav biavêjin, di şexsê Tayyîp Erdogan de qurnaziya Kurdan bi parçeyên avêtî bi ya herî kêm razî bikin û ji vê pirsgirêkê xwe xelas bikin bûye tarzê polîtîkaya AKP’ê.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku Ocalan dîtiye wê ev pirsgirêk û nêzîkatiyên besît di kaosa Rojhilata Navîn de Tirkiyeyê ber bi tehlûkeyê ve bibe, di Mijdara 2014’an de bi awayekî 3 merhele pêşnûmeya demokratîk pêşkêşî hikûmetê kiriye û got: Ji ber şaşiya polîtîkayên AKP’ê yên têkildarî Rojava û Kobanê û berxwedana gelê Kurd a li hember vê gaveke ku polîtîkayên heyî biguherîne mecbûrî kiriye. Tevî ku Rêber Apo xwest gavên di pêşnûmeyê de heta 15’ê Sibatê bên cih jî hikûmeta AKP’ê dîsa rêya mijûlkirina bi qurnazî hilbijartiye.

Rêber Apo dît ku wê AKP li şûna bersivê bide vê pêşnûmeya muzakereyê, qanûna ewlekariya hundir derxist, bi gotina tehdîdên hundir û derve ji bo pergala serokatiyê ya otorîter hegemonîk wê bikeve hibijartinên 7’ê Hezîranê, Mutabaqata Dolmabahçe ya wê ti kesî nikarîba red kiriba pêk anî rojev anî rewşa demokratîkbûnê û xwest pêşiya vê plana bêxêr a Erdogan bigire. Li ser pêşnûmeya ku çend caran di navbera Îmrali, AKP û Qendîlê de çû û hat hin guhertin hatin kirin û mutabaqat pêk hat. Bi vî awayî nêzîkatiyên bi sebir û makul ên Rêber Apo û  tevgera me encam dane, dewlet û hikûmet li Qesra Dolmabahçeyê bi hev re derbasî nav pêvajoya çareseriyê hatine kirin û hat merheleya muzakereyê. Hewldana çareseriya demokratîk û siyasî ya Rêber Apo û tevgera me ya 22 salan dewam kir, bi vê mutabaqatê re rewşeke di gelê me de hêvî û rehetiyeke mezin ava bike derxist holê.

Gelên me ku ketin nav hêvî û rehetiyeke mezin, di nav raya giştî de başbûneke mezin dihat jiyîn, Tayyîp Erdogan got, ‘Ez mutabaqata Dolmabahçe qebûl nakim. Peyama Newrozê meşrûkirina Îmrali ye, alî jî tine, mase jî tine muzakere jî tine, heyeta şopandinê jî nîne, pirsgirêka Kurd jî nîne’ di nav civak û raya giştî de bûye sedema sarbûnekê. Wisa bû ku berdevk û alîgirên AKP’ê yên bi rojan pesnê mutabaqata Dolmabahçeyê didan, di carekê de zimanê alozî û pevçûnan pejirandine. Hemû bi hev re bûne parêzvanên pergala serokatiya otorîter, gotinên Erdogan ên tehdîdên hundir û derve. Dema HDP’ê got ku wê Erdogan ê dibêje pirsgirêka Kurd nîne, mutabaqata Dolmabahçe tine dihesîbe û rejîmeke otorîter dike armanc nekin serok, tavilê çîroka projeya derve anîne ziman. Ji bo HDP’ê di bin bendê de bihêlin propagandayeke reş a ti di dîroka Tirkiyeyê de di ti hilbijartinan de nehatiye dîtin meşandine.

Tayyîp Erdogan bi tine hesibandina Dolmabahçeyê têr nebûye, fermana tecrîdê li ser Rêber Apo yê mutabaqata Dolmabahçe ava kir û rojeva demokratîkbûnê danî pêşiya Tirkiyeyê da. Li hember daxwaza Rêber Apo yê di partiyeke sîwan a tevayî Tirkiyeyê hembêz dike ya wek HDP’ê de israr kir û xwest di bin amblema partiyê tevlî hilbijartinê bibe bi tecrîdê bersiv daye.  Lê belê di hilbijartinan de Projeya HDP ya Rêber Apo û wek partî tevlîbûna hilbijartinê bi ser ketiye. Projeya AKP'ê ya serokatiya otorîter û hegemonîk têk çûye. Bi vî awayî polîtîkaya macereperest a hundir û derve ya Tayyîp Erdogan derb xwariye, tercîha li ser esasê demokratîkbûnê çareseriya pirsgirêkên hundir û derve ketiye rojevê.

AKP BERHEMA ZÎHNIYETA SIYASÎ YA OTORÎTER Û HEGEMONÎK A ROJHILATA NAVÎN E’

Tenê di demeke kurt de hatiye dîtin ku, AKP ne tevgereke siyasî ya bi hilbijartinê were û bi hilbijartinê biçe ye. Xwe weke berhema zîhniyeta siyasî ya otorîter û hegemonîk a Rojhilata Navîn bi israr e ku xwe di desthilatdariyê de bigire. Ji ber wê yekê hema piştî hilbijartinan atmosfera pevçûn û alozî aniye û darbeyeke sivîl li atmosfera siyasî ya demokratîkbûyîn û çareserkirina pirsgirêka Kurd a encam û peyama 7’ê Hezîranê kiriye. Bi vî awayî atmosfera siyasî aniye rewşa ku pevçûn û alozî lê desthilatdar, ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de bi bin ket, dîsa hesab û planên bi tena serê xwe bûyîna desthilatdar û projeya serokatiyê xistiye dewreyê. Ji ber vê jî li hemberî HDP a ku sîstema serokatiya otorîter û hegemonîk bi serketina xwe pêşî lê girtî şer daye destpêkirin. Ji ber ku bêyî HDP’ê di bin bendê de hiştinê ne gengaze ku sîstema serokatiya hegemonîk û otorîter saz bike. Ne kuştina du polîsên li Serêkaniyê bûye sedema atmosfera şer, pevçûn û aloziyê ya niha, ev zîhniyet û projeya siyasî ya ku dixwaze ye. Wekî din ravekirina vê rewşa bi pevçûn tê wateya xapandina gelan û henekê xwe bi aqlê civakê kirinê.

Bi sedan bûyerên ku atmosfera vê atmosfera agirbest û bêpevçûniyê xera bikin çêbûne, lê li hemberî van em bi berpirsyar û bi sebir tevgeriyane û ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk me israr kiriye. Kuştina bi dehan sivîlan ji bo Tevgera Azadiya Kurd weke sedema xerakirina bêpevçûniyê û destpêkirina şer nayê kirin, weke nerazîbûna komkujiya li ser sivîlan kuştina du polîsan bi awayekî bi israr weke sedema şer nîşandan û kirina sedema şer, bê teredut bi meqsed e.

Her kes dizane ku beriya komkujiya Pirsûsê biqewime rayedarên AKP’ê dest bi gefxwarinê û qîjeqîjên şer kiribûn. Li Trabzonê gotinên Bulent Arinç ên weke, “Rojên nexweş li benda rêxistina terorê ye, wê êşên pir mezin bikişînin, ji bo tesfiyekirina wan çi ji destê me bê em ê bikin.” Pir aşkera nîşan dide  ku kuştina du polîsên li Serêkaniyê tê wateya qilif dîtinê ji şerê hatiye destpêkirin re. Biwêja kesê ku mînareyê didize qilifê wê jî dibîne tam li gorî şerê AKP’ê daye destpêkirin e.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê da zanîn ku, Hikûmeta AKP’ê ya bi ti şêweyî li gorî bêpevçûniyê tevnegeriyaye di nava sê salên rewşa bêpevçûniyê de jî, kuştina mirovên sivîl, girtin, bi armancên leşkerî, qereqol, rê  û bendav çêkirin jî ji xwe re maf dîtiye,24’ê Tîrmehê şer pêş xist û bi operasyonên îmhakirina  Tevgera Azadiyê ya Kurd, perçiqandina gelê Kurd aniye rewşa êrîşên rojane. Hevserokatiya KCK’ê axaftinên xwe wiha dewam kir, “Mafê bersivdayîna gerîla li hemberî hêzên ku îdîa dikin di êrîşên hewayî de 400 gerîla kuştine, dîsa di serî de li weke di Zergelê qetilkirina 8 gundiyan de xuya dike her roj çend sivîlan qetil dike heye û bikar tine. Dîsa li hemberî êrîşkariya şer ên her roj qîjeqîjên şer dikin û dibêjin, ‘Em ê bikujin, xelas bikin’, di nava zagonên şer de xweparastina gerîla mafê wî yê herî rewa ye.

‘GELÊ KURD Û TEVGERA AZADIYÊ MAFÊ XWE YÊ PARASTINA REWA BIKAR TÎNE’

Çawa ku hikûmeta AKP’ê her roj li hemberî gerîla û gelê me tevgerê îmhakirinê dimeşîne, di nava şerê ku daye destpêkirin de jî banga dev ji çekan berdin li Tevgera me dike. Hewl dide ku vê weke rojeveke tim zindî bigire. Em weke Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd li hemberî êrîşên îmhakirinê yên AKP’ê mafê xwe yê parastina rewa bikar tînin.  Me ji sala 2003’an ve paradîgmaya xwe guhertiye. Divê ji aliyê her kesî ve baş bê zanîn em ne xwediyê stratejiya ku pirsgirêka Kurd bi têkoşîna çekdarî çareser bikin. Gerîla hêza parastina hebûnê û têkoşîna jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd e. Îro jî li hemberî êrîşên dewleta Tirk vê rola xwe dilîze.

Ne hebûna gerîla li Tirkiyeyê pirsgirêkan derdixe. Li Tirkiyeyê pirsgirêkên zîhniyeta yekdest a hebûna nasnameyên din bi awayê destûrî û yasayî qebûl nake û di înkar û îmhayê de israr dike heye. Ev zîhniyet îro jî di dirûşmên yek gel, yek welat, yek dewlet, yek al ên ku her roj Tayyîp Erdogan tine ziman de jî tê ser ziman. Di rastiyê de di nava van yek yekan de yek ziman û yek bawerî jî heye. Zagon û pratîka heyî vê jî derdixin hole. Pirsgirêka Kurd jî bi ferasetê derketiye, îro jî ji ber vê zîhniyet û polîtîkayê bi hemû zindîbûna xwe berdewam dike. Ti kes nikare îdîa bike ku pirsgirêka Kurd hatiye çareserkirin û pirsgirêka Kurd nemaye. Ev tişt gotin tê wateya ku em ê di şert û mercên nû de polîtîkaya înkar û îmhayê bidomînin. Bi taybet jî polîtîka û pêkanînên têne şopandin jî vê yekê nîşan didin.

Di vê polîtîkayê de israr û gotina dev ji çekan berdin weke ku wesayîtê li pêşiya hesp bidin bezandin e û bêçareseriya sedsalan berdewamkirin e. Vaye çil sale kesên pirsgirêka Kurd çareser nakin û di bêçareseriyê de israr dikin van gotinan dibêjin. Di atmosfera ku pratîk û îradeya çareseriyê ya pirsgirêka Kurd nedanîna holê ferzkirina bila dev ji çek bên berdan yan jî bila gerîla derkeve derveyî sînorên Tirkiyeyê tê wateya em ê di şer de israr bikin. Çareserkirina pirsgirêka Kurd nedanîna pêşiya xwe û giraniya xwe nedayîna ser tê wateya ku em ê di şer de israr bikin. Di vê rewşê de jî ti kes ne xwedî mafê ku ji PKK’ê daxwaza dev ji çekan berde bike. Ne Tirkiye demokratîk bûye û ne jî îradeya çareseriya pirsgirêkan bi rêyên demokratîk derketiye holê. Lewra divê rojeva lezgîn a Tirkiyeyê demokratîkbûn û di serî de pirsgirêka Kurd, çareserkirina hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê be. Her gotina ku vê nade pêş jirêderxistin e; polîtîkayên sedsalan ên îmha û înkarê di şert û mercên nû de domandine. Di vê rewşê de jî divê kes ne li bendê be ku gelê Kurd weke miha qurbanê serê xwe bibe ber kêrê û bixe bin aşê qirkirina çandî de. Di vî alî de, divê hemû siyasetmedar, li şûna dijminahiyê siyaseta ku hunera çareserkirina pirsgirêkan bixe dewreyê û bikevin nava hewldana bandoriyên ku pirsgirêkan derdixin ji holê rakirinê.

Tevgera Azadiya Kurd di nava sînorên Tirkiyeyê de li ser esaseke demokratîk di çareserkirina pirsgirêka Kurd de bi israr e. Ev yek bi awayê îdeolojîk, siyasî û stratejîk daniye holê. Di her firsendê de samîmî û bipîvanbûna xwe ya di vê mijarê de nîşan daye. Piştgiriyek mezin dayîna projeya HDP’ê û ji bo serketina vê her cure fedakarî kirin ispata wê ya herî berbiçav e. PKK’ê li şûna çareseriya nîjadperest û hevkar, çareseriya Tirkiyeyê ya li ser bingeha biratiya gelan û jiyana azad û wekhev hilbijartiye. Lê hikûmeta AKP’ê bi vê polîtîka û helwesta xwe hatiye rewşa aktorekî siyasî ya ku avê ji aşê projeyên nijadperest, hevkar û parçeker tine û Tirkiyeyê ber bi şerê Rojhilata Navîn ve dibe. Di vê wateyê de em girîngiyeke mezin qîrînên aştî û bangên gelên Tirkiyeyê û raya giştî ya demokratîk a cîhanê ya bêpevçûniyê û pirsgirêkan bi rêya demokratîk çareserkirinê. Ji ber ku polîtîkayên şer û pevçûnên ku AKP’ê derxistî, wê rewşa ku Tirkiyeyê jî bikêşîne nava şerê li Rojhilata Navîn derxe; rewşa tehlûkeya ku şerê Rojhilata Navîn hîn kûrtir bike hildigire. AKP polîtîkayek wiha tirsnak dişopîne û kumarekeî ku wê tehlûkeyên mezin ji gelên me re bîne dilîze. Di vê wateyê de pir girînge ku Tirkiye pirsgirêka Kurd çareser bike û bê rewşa herêma îstîrar a demokratîk. Şansek wiha ya Tirkiyeyê heye. Lê Tirkiye di çaresernekirina pirsgirêka Kurd de israr dike, bi qîrînên şer, şîdet û perçiqandinê û vê firsenda maqûl a me danî pêşiyê winda dike. Bangên hêzên demokrasiyê û hemû gelên me yên li ji bo ketina rewşa aştiyê û li ser esasê demokrasiyê çareserkirina pirsgirêkan û avakirina atmosfera bêpevçûniyê pir girîng in. Bendewariya me ya herî mezin e ev e ku ev hewldan û têkoşîna wan bigihêje serketinê. Bi temamî baweriya me pê heye ku çareseriya pirsgirêkên demokratîkbûnê û pirsgirêka Kurd wê ji însafa hikûmeteke xwedî zîhniyeta yekdest re neyê hiştin û wê çareserî jî bi hewldan û têkoşîna hêzên demokrasiyê pêk were.

‘PÊWÎSTÎ BI HELWESTÊN KU AŞTIYA MAYÎNDE PÊK BÎNIN HEYE.’

Me weke Tevgera Azadiyê bi dehan caran agirbest ragihand. Lê ji ber ku yek ji van jî weke çareseriya siyasî ya demokratîk nehat nirxandin, di encamê de dîsa şer û polîtîkayên tasfiyeyê yên rêbazên şer xistin dewreyê de û pirsgirêka Kurd bê çareserî hat hiştin. Heya ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin ji vê dubarebûnê rizgarbûn jî ne gengaz e. ji ber wê yekê êdî pêwîstî bi nêzîkatiyek siyasî ya demokratîk ku pêşî li helwestên agirbestê û bêpevçûniya xerab bikar tînin û pêşî li derketina şer û pevçûnên nû bigire heye. Pêwîstî bi nêzîkatiyên ku agirbestê di aliyê xerab de bikar neynin û aştiya mayînde pêk bînin heye.

Ji bo vê jî ji beriya her tiştî pêvajoyeke çareseriyê û îradeyek siyasî ya ku di şert û mercên azad de Rêber Apo bikare muzakere bike ava bike, encamên van muzakereyan di meclîsê de veguherîne destûra bingehîn û normên yasayî heye. Ji ber vê yekê jî pêwîstî bi sazkirina agirbestek ku têde girtin nebin, qereqol, kalekol, rê û bendavên bi armancê leşkerî neyên çêkirin,  pêşiya têkoşîna bi karakter û rêxistinbûyîna demokratîk neyê girtin heye. Heya ku muzekereyek li ser agirbestek bi vî awayî neyê sazkirin û heya pêvajoyek a çareseriyê dernekeve holê, ne gengaze ku mirov bikare pêşiya şer û pevçûnan bigire. Ji ber ku hemû şer û pevçûn çavkaniya xwe ji çaresernekirina pirsgirêka Kurd û ji polîtîkayên tasfiyekirina aliyên çareseriyê dixwazin digire.

Li ser vî esasî de divê tavilê di şert û mercên azad de muzakereyên li gel Rêber Apo bêne destpêkirin; ji bo vê jî hemû girtiyên siyasî yên ji Newroza 2013’an ve hatine girtin serbest bêne berdan û agirbesta pêwîst bê sazkirin. Pêwîstî bi komîteyek çavdêriyê ya bi çavên sêyemîn a muzakereyan û bêpevçûniyê bişopîne, helwestên ku zagonên bêpevçûniyê binpê dikin lêkolîn bike û derxe holê heye. Heya ku bêpevçûnî û rê û rêbazên muzakereyan û pêvajoya çareseriyê dernekeve daxwazên bêpevçûnî û aştiyê encam nagirin. Bi derxistina şkandinên mezin ên hêviyan û bilindkirina hêrsan re yên ku gelê me di bin bendewarî û mijûlkirinê de dihêlin wê rêyên pevçûnên hîn mezintir çêbike. Di vê wateyê de berpirsyariya dîrokî ya hîna vegera rewşên pevçûnan û şkestina hêviyan derdixin, bêyî ku dubare bike û nekeve xefletê, vê carê têkoşîna aştî û demokratîkbûyînê bi awayekî yekpare û encamgir li pêşiya me ye.

Êdî têkoşîna aştî û demokrasiyê ji bingeha demokratîkkirina vê sîstema navendperest, hegemonîk û otorîter derbas kiriye, divê li ser esasê Tirkiyeya ne navendperest xwe disperê demokrasiya xwecihî bê avakirin û bilindkirin û heya encam bigire têkoşîna xwe bi awayekî biryardarî bimeşînin. Gelê me divê bê teredut demokratîkbûyînê bixwazin. Dema ku me têkoşîn û bernameya vê daniye holê wê Tirkiye bigihêje aştiya xwe, li ser vî esasî wê rêya ku pêngava demokratîkbûyînê ya aştiyê ji Rojhilata Navîn re bîne jî vebe.”