Walîtiya Sêrtê Mîhrîcana Dihê qedexe kir
Walîtiya Sêrtê 5'emîn Mihrîcana Xweza Çand û Hunerê ya Çiravê ya Dihê ku di 14-15'ê Tebaxê de pêk bihata, bi hinceta "Ewlehiyê" qedexe kir.

Şaredariya Dihê wekî kevneşopiyekê 5 salin mihrîcanên çand û hunerê pêk tîne. Şaredariyê dîsa biryar da ku di 14-15'ê Tebaxê de li Çiyayê Çiravê 5'emîn Mihrîcana Xweza Çand û Hunerê ya Çiravê ya Dihê pêk bîne û serî li Walîtiyê da. Lê Walîtiya Sêrtê bi hinceta "Ewlehiyê" serlêdana Şaredariya Dihê red kir û destûr neda mihricanê.
Walîtiyê biryara Desteya Wezîran jî bibîr xist û diyar kir ku di biryarê de wekî "Herêma Ewlehiyê ya Leşkerî ya Demkî" hatiye îlankirin bi boneya "aramî û ewlehiye" hatiye qedexekirin.