Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Aydin spartin axê
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ahmet Aydin (Rênas Andok), li gundê Êlîkûleka ya Kopê ya Mûşê ji aliyê hezaran kesan ve hat definkirin.

Gerîlayê HPG'ê Ahmet Aydin (Rênas Andok), li navçeya Çatê ya Erziromê çalaki pêk anîbû û jiyana xwe ji dest dabû. Piştî otopsiyê cenazeyê Aydin anîn gundê Êlîkûleka yê navçeya Kopê ya Mûşê. Cenazeyê Aydin, li gund ji aliyê hezaran kesan ve hat definkirin. Di merasîma cenaze de posterê gerîlayê HPG’ê Aydin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Di merasîmê de girsê bê navber dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Ey şehîd xwîna te li êrdê namîne” berz kirin. Dema cenaze di nava bajêr re derbas bû hemû esnafên navçeyê deriyên dikanên xwe girtin û beşdarî merasîma cenaze bûn. Girse piştî darbesta cenazeyê Aydin li ser milê xwe kirin û birin goristana gund, defin kirin. Girseyê ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girt. Di merasîmê de mamê Aydin Cindî Aydin, anî ziman ku têkoşîna azadiyê wê ji niha û şûn ve jî mezintir bibe.
Bavê Aydin Ramazan Aydin, jî anî ziman ku ew heta dawî aştiyê dixwazin û wê têkoşîna xwe ya demokrasiyê berdewam bikin.
Welatiyan piştî cenazeyê Aydin defin kirin, malbata Aydin ziyaret kirin û ji gund veqetiyan.