FKÊ û MJÊ 15'ê Tebaxê li gelê Kurd bi taybetî civata Êzidî pîroz kirin

Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) û Meclîsa Jinên Êzidî (MJÊ), Pêngava 15'ê Tebaxê bi daxuyaniyeke hevpar li gelê Kurdistanê û tevhiya mirovahiyê pîroz kirin.

Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) û Meclîsa Jinên Êzidî (MJÊ), bi wesîleya 31. salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê peyameke hevpar weşandin û 15'ê Tetaxê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Hêzên Parastina Gel, gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî civata Êzidiyan û tevahiya mirovahiyê pîroz kirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 15'ê Tebaxê ji bo gelê Kurd rojeke dîrokî ye hat gotin, "Di 15'ê Tebaxa 1984'an de gelê Kurd ji koletî, zilm û zora dewleta daigrker re got 'êdî bes e' û dest bi têkoşîna çekdarî kir.

Di encama tekoşîna çekdarî de hebûna gelê Kurd hate qebûlkirin. Gelê Kurd bi demê re êdî ne tenê mafên xwe yên ҫandî û civakî misoger dike, her wiha bûye hêza bingehîn ji bo pêşketina demokrasî û azadiya gelan."

FKÊ û MJÊ bal kişandin ser konsepta nû ya hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirk a ji bo tinekirina tevgera azadiyê û vîna gelê Kurd û da zanîn ku ji her alî ve êrîşên tinekirinê tên kirin.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Lê em di wê baweriyê dene bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd û tevgeera azadiyê û berxwedana gelê Kurd wê hemû lîstikên dijmin pûç bibin. Bersiva tevgera azadiyê û ya gelê Kurd bilindkirina têkoşîna demokratî û azadiyê ye.

Em ji weke civata Kurdên Êzidî û Federasyona Komeleyên Êzidiyan, di bin her şert û mercan de tevî hemû hêza xwe piştgiriyê didin destketiyê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, li Ṣengalê û berxwedana gelê xwe li her deverê.

Her wiha em bê hurmetiya hikûmeta AKP li dijî cenazeyê cangoriyê azadiyê bi tundî şermezar dikin û berxwedana bê hempa ya gelê xwe û ya hêzên parastina gel li dijî hêzên dagirker ên dewleta Tirk, silav dikin.

Bi van bîr û baweriyên xurt em careke din vê roja pîroz, li hemû gelên bindest û aştîxwaz pîroz dikin û serketinê ji gelê xwe re dixwazin."