KJA ji AKP'ê re got: Dawî li operasyonan bîne, derbasî muzakereyan bibe

KJA, bang li AKP’ê kir û xwest dawî li operasyonên siyasî-leşkerî bîne û derbasî muzakereyê bibe.

KJA, bang li AKP’ê kir û xwest dawî li operasyonên siyasî-leşkerî bîne û derbasî muzakereyê bibe.

Kongreya Jinên Azad (KJA) bi daxuyaniya ku weşand xwest hikûmeta AKP’ê tavilê dest ji operasyonên siyasî-leşkerî berde.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku AKP ya di hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an de bi tena xwe nebû desthilat û têkçûn qebûl nekir biryara şerê topyekûn da, nîşan da ku pêvajoya çareseriya demokratîk ne mimkun e.

'JI PAŞEROJÊ DERS DERNEXISTIN'

“Li Kurdistanê li milekî operasyonên hewayî û bejahiyê hatine destpêkirin; li mile din jî bi şewitandina gundan, şewitandina û hilweşandina xwezayê, kuştinên bê daraz, binçavkirin û girtinan re sûcê mirovahiyê kirin destpê kiriye. Ji roja 25’ê Tîmehê ve bi hezaran kes bi awayê keyfî hatine binçavkirin, ji wan bi sedan kes jî hatine girtin. Serokkomar û hikûmeta AKP’ê ya demkî ji bo bi serê xwe bibin desthilatdar amadekariyên welat ber bi hilbijartinên zû ve dibe, bi vî awayî jî dixwaze çavên derdorên muxalif jî bitirsîne û li xwe mikur tên ku wê operasyon berdewam bikin. Fikirîna ku bi binçavkirin û girtinan serwerî ser îradeya gel kirinê nîşan dide ku ji paşerojê ders nehatiye derxistin û nîşaneya ku hîna di nava heman xefletê de ne.”

‘PÊWÎSTE BÊ PEVÇÛNÎ PÊK BÊ Û DERBASÎ MUZAKEREYAN BIBIN’

KJA’yê ji bo tavilê avakirina şert û mercên bê pevçûniyê û veguherandina pêvajoya diyaloga qismî ya beriya 7’ê Hezîranê li muzakereyan, bang li desthilatdariya siyasî kir ku dawî li operasyonên leşkerî û siyasî bîne.