Endama Komîteya Tenduristiyê ya KCK'ê Nûjîn Herekol da xuyakirin ku bi Pêngava 15'ê Tebaxê re jin di nava civakê de û ji aliyê leşkeriyê ve bûne xwedî hêz û vîn û bang li jinên li Rojhilata Navîn û cîhanê kir ku rista xwe ya pêşengtiyê bilîzin.
DEVRÎM AMED / ANF
BEHDÎNAN
în, 14 gelawêjê 2015, 14:43
Endama Komîteya Tenduristiyê ya KCK'ê Nûjîn Herekol da xuyakirin ku bi Pêngava 15'ê Tebaxê re jin di nava civakê de û ji aliyê leşkeriyê ve bûne xwedî hêz û vîn û bang li jinên li Rojhilata Navîn û cîhanê kir ku rista xwe ya pêşengtiyê bilîzin.
Endama Komîteya Tenduristiyê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Nûjîn Herekol, li ser pêngava 15’ê Tebaxê nirxandinên girîng kir.
BERXWEDANA HÎLWAN Û SÊWREG BÛ HÊZA MAYÎNDE!
Herekol di destpêka axaftina xwe de 15’ê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, Gelê Kurd û li hemû kadroyên PKK û PAJK’ê pîroz kir û wiha got: “15’ê Tebaxê vejîna gelên bindest e. Bi Pêngava 15’ê Tebaxê re Kurdan jî vejîna xwe îlan kirin û bûn hêza guhertina Rojhilata Navîn. Beriya pêngava 15’ê Tebaxê şehîdên me yê mezîn Heqî Karer û koma birdozî di navbera xwe de nîqaşan dikin û dibêjin; gelo em destpêkê şerê çekdarî bikin, yan em rêxistina xwe xurt bikin? Ev pêşniyar ku ji Rêber Apo re dişînin, Rêber Apo dibêje, divê ku destpêkê zemîneke rêxistinkirinê were avakirin. Lewma destpêkê xebatên birdozî û yê teorîk pêş dikeve û piştre jî pêngava leşkertî tê pêşxistin. Berxwedana ku li Hîlwan û Sêwregê hat kirin, wê deme tirsa Kurdan ji qaleyên feodalîzmê hat rûxandin û serîrakirina vîna bindestan ava bû. Lê fîşeka ku destpêkê teqiya tirsa hemû gelê kurd şikand û ev fîşek li mejiyê bê hêz da û vîna azad pêş xist. Ev fîşek di heman demê de tirseke pir mezin jî xist dilê dijmin. Dema ku dijmin PKK’ê ji bo xwe xeteriyeke mezin dît, cuntaya 12’ê Îlonê pêş xist. Ev cunta û zextên zêde ku hatin kirin, kadroyên PKK’ê û hemû gelê Kurd da ber xwe û girtinên mezin û îşkencexane hatin çêkirin.”
BERXWEDAN BÛ PÊNGAV Û XWEBÛN
Beriya PKK’ê li Kurdistanê, 28 îsyan hatibûn pêş xistin, ev jî bi xwe re komkujî li ser gelê kurd dabû çêkirin: Koçberî, komkujiya sor û spî bê hed û hesab dihatin kirin. ÊrÎş û îskan bibû çarenûsa Kurdan. Lê vê carê taybetmendiyê tevgera Kurdan jî û şêwazê Rêbertiyê wê jî cewaz bû. Herekol taybetmendiyê vê îsyanê û destketiyên wê wiha tîne ziman: “Beriya Pêngava 15’ê Tebaxê Dewleta Tirk xwest ku kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurd di zindanan de bê bandor bike. Her wiha li hemberê gele me jî zilim û zordariyeke mezin dihat jiyandin. Dewletê nedihîşt ku gele me sere xwe ra ke û li ser girtiyan jî kiryarên dîlgirtinê dimeşandin. Di nav wan salên bê bawer de, baweriya Mazlûm Xeyrî û Kemalan bû hêvî û rûmeta berxwedana Gelê Kurd. Bi ruhê Kemal Pîr, Mehmed Xeyrî Dûrmûş û Mazlûm Doxan mirasa têkoşîna gelan hat avakirin. Dewletê di nav çar diwaran de xwest ku vîna berxwedanvanên zîndanan bişkînin û di kesayeta wan de jî Gelê Kurd jî dîl bigre. Lê hevalên berxwedanvan di Zîndana Amedê de bi berxwedana xwe ya mezin nehişt ku ev gel were tepisandin.”
LI HEMBERÎ JIBÎRKIRINA RÛMETÊ, QÎRÎNA AZADIYÊ
Herekol diyar dike ku beriya pêngava dîrokî gelê kurd ber bi tİnebûnê ve diçû û wiha dirêjî dide axaftina xwe: “Gelê Kurd hatibû rewşek kambax ku zimanê xwe jî, ji bîr kiribû û nikaribû bi kurdî bi axife û nikaribû çanda xwe jî bijî. Bi pêşketina cûntaya faşist de kesên ku di zindanan de bi kurdî di axifîn, li wan didan û nedihîştin ku bi mirovên xwe re hevdîtinê çê bikin. Malbatên girtiyan jî rastên heqaretên mezin û lêdanan dihatin. Bi pîna li wan didan û digotin, madem ku hun bi Kurdî axivîn mafê we nîne ku hun hevdîtin bi zarokên xwe re çê bikin. Di nav rewşeke wiha xirab de pêngava 15’ê Tebaxê carek din hêviyên Gelê Kurd şîn kir û gihand rûmeta xwe.”
TEDBÎRA YEKEM, DERKETINA DERVE BÛ
Herekol, dibêje ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi pêşbiniya xwe kadroyên ku li derve man, ji bo ku wan bi rêxistin bike, Rêbertî derbasê Libnan û Filistînê bû. “Rêbertî di bin şert û mercên pir zehmet de xwest ku kadroyên xwe perwerde bike û bi rêxistin bike. Rêbertî dibêje; me li Filistînê pir zor û zehmetî dît! Ji bo ku em cihek perwerdê bi dest bixin me pir hewil da û ked dabû. Heta ku tevger digîhe vê astê pir xwîn û xwêdan tê rijandin. Dema ku kadro tên perwerdekirin û amadekariyên şerê çekdarî tê çêkirin, bi kadroyên PKK’ê re hêvî û bawerya azadiyê mezin dibe. Çiqas ku PKK bi hêvî be jî rewşa cûntayê hemû liv û tevgerên şoreşgerî bi şêwazên hovane bin dixe. Lewma di nav şert û mercên wiha xirab de şerê çekdarî destpêkirin ne asane. Ev jî bi dîtin û tedbîrgirtina Rêber Apo ve girêdayî ye. Ji ber ku pêngava Şerê Çekdarî bersivdayina berxwedana Zindana Amedê ye dilsoziya dîlên azadiyê ye.”
BOTAN BÛ CIHÊ SERKEFTINA BÊ MÎNAK!
Pêngava 15’ê Tebaxê bi pêşengtiya Mahsûm Korkmaz (Egîd) tê li darxistin. Herekol ji bo hilbijartina cihê çalakiyê vê nirxandinê dike: “Sedemê hilbijartina Botanê jî girîng bû. Ji ber ku cewherê kurdîtî û welatparêziyê li wir hatibû parastin ev cih ji bo pêngavê tê hilbijartin. Ev çalakî li Dihê û Şemînanê tê pêşxistin. Çalakiya herî bi nav û deng jî çalakiya Erûhê ye. Ev pêngav bi pêşengtiya hevalê Egîd tê pêşxistin. Beriya pêngavê hevalê Egîd dibêje ku em ê li ser qereqolê çalaki bikin, gel bawer nake ku çalakiyeke wiha li hemberê dewletê were pêşxistin. Wê demê gel fêm dike ku wê tiştek çê bibe, lê tam bawer nake ku çalakiyeke leşkertî be. Hevalê Egîd dixwaze ku zemînê çalakiyê di nav gel de were avakirin. Lewma dema ku çalakî tê pêşxistin gelek kesên welatparêz jî, Ji aliyê erzak û rê nîşandanê ve alîkariya çalakiyê dikin.”
'XEWNA DÎROKÎ BÛ RASTÎN'
Beriya pêngava 15’ê Tebaxê, bê hêviyeke mezin din av Gelê Kurd de heye, lê roja 15’ê tebaxê bi hêviyeke mezin gel ji ji xewnê radibe. Ew xewna dîrokî bû rastiyeke û derket pişberê gelê Kurd. Ev vejîna Gelê Kurd e. Beriya derketina PKK’ê jî, Gelê Kurd pir caran rabibûn, lê vê carê pêngava ku hate çêkirin bê navber û serkeftîbû. Ev fîşeka ku li Dihê hat teqandin, Gelê Kurd bi ser xwe ve anî û xist hêvî. Ew milîsên ku tevî çalakiyê dibin dibêjin; ku ka çekê bidin me, em ê jî şer bikin. Mirov di wir de rista hevalê Egîd dibîne, bi qasê fîşeka 15’ê Tebaxê, navê hevalê Egîd jî bandora xwe lli ser gelê Botanê kir. Bi sedan zarok niha jî navên wan Egîd in. Mirov vê bandorê nikare ji bandora hevalê Egîd qut bigre dest. Pêngava 15’ê tebaxê bersiveke mezin dide berxwedana Zindana Amedê. Çiroska Azadiyê dibe hêvî û baweriya serkeftinê. Girtiyên ji doza cuda nehatibûn girtin jî dixwazin ku helwestên xwe ji aliyên PKK ‘ê ve deynin. Ne bi tenê ji bo Gelê Kurd di heman demê de ji bo hemû mirovatiya azadîxwaz dibe hêviyek mezin. Dibe ku wê demê ti kes di cewaziya vê wateyê de nebû, lê piştre wateya wê baştir tê fêmkirin. Bi berxwedana Zindana Amedê çanda berxwedanê, pêngava 15’ê Tebaxê jî çanda serhildanê pêş dixe. Berdelên wê pir biha bûn, lê encamên mezin jê hat girtin û bû tovê jîna têkoşîna sed salan.”
WATEYA NAMÛSÊ TÊ GUHERTIN
Beriya 15’ê Tebaxê û piştî vî jî di nav PKK’ê de jin di nav PKK’ê de cihê xwe digrin. Li ser pêngavê û watedayîna tevîbûnê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan stratejîk nêzîk dibe. Herekol li ser vê mijarê wiha dinirxîne: “Rêbertî ti caran 15’ê Tebaxê wek pêngavek leşkerî dest negirt. Di guhertina civaka Kurd de bû destkeftiyeke mezin. Rêbertî got; jin di nav têkoşîn û berxwedanê de xwedanê risteke pêşengin. Mînaka jin ya berxwedêr jî Hevala Sara ye. Berxwedana Zindana Amedê pênaseya namûsê bi civaka Kurd dide guhertinê. Dewlet berê dema ku dixwest zilam tehrîk bike û dîlbigre jin bikardaniya. Lê piştî Berxwedana Zindana Amedê zilamê jî êdî pênaseya wî ya namûsê hat guhertin. Zilam jî got; namûsa bingehîn ne jin e, rûmet, welat û ax e.”
JI 15’Ê TEBAXÊ BER BI ARTÊŞBÛNA JIN VE
15’ê Tebaxê bû destana Gelê Kurd û li hemû bajaran hat belavkirin. Li ser bandora 15’ê Tebaxê Herekol tespitên wiha kir: “Dema ku tevlîbûnên jin, ji bo gerîla zêde dibûn, Rêbertî vê carê jî artêşbûna jin xist rojevê. Ji ber ku beriya Pêngava 15’ê Tebaxê navê jinê nedihat ser ziman. ji bo ku keda jin kom bibe, Rêbertî dibêje, gere artêşbûna jin bê avakirin. Ji bo ku jin di nav civakê de jî vîna xwe û azadiya xwe misoger bike artêşbûn dikeve plana pêş û dikeve meriyetê. Bi şehadeta Şehadeta Hevala Bêrîtan ya di şerê sala 1992’yan de jin rista xwe lîst û ruhê teslîmkariya kurd perçekir. Ev çalakiya hevala Bêrîtan ispat dike, ku divê jin bi rengê xwe, çalakî û artêşbûna xwe çê bike. Ew hêza jin ku di dîrokê de hatibû veşartin, wê bi artêşbûna sala 1993’yan diyarker bibûna. Beriya wê demê jî hevalên jin bi lehengtî şer dikirin û şehîd diketin. Lê bi avakirina YAJK’ê ev giha artêşbûnê. Rêbertî her tim ji bo jin perspektîf dişand, di kesayeta jin de guhertin û pêşketin ava dikir. Jin hem di nav xwe de û hem jî ji aliyê zilam ve bê bawerî û metirsyiyên xwe ji holê radikir. Lê piştî pêngavê civaka Kurd û jina kurd bû cihê bawerî û serkeftina mayind e. Artêşa jin jî bû ewlekarî û teminata jinan.”
KEDA 15’Ê TEBAXÊ BÛ BERHEM
Herekol, axaftina xwe wiha bi dawî kir: Ew fîşeka ku teqiya, dijmin xist kemînekê pir teng. Ev bandor heta roja îro jî zindî ye. Erkên ku dikevin ser milên gel û jin jî zede bûne. Lewma erkên me yên pir cidî hene û divê ku em erkên xwe bi cih bînin. Bi taybetî jî, ji bo ku ev şer ji holê rabe û tecrîda li ser rêbertî bê rawestandin em ê heta dawî rista xwe bilîzin. Ji bo ku Tevgera Azadiyê bi pêşengtiya Rêbertiyê bigîhe armanca xwe, rist û misyona xwe lîstin şert e. Her wiha rist û misyonek mezin dikeve ser milên jin. Jina Kurd jixwe ji destpêka têkoşînê heta niha rista pêşengitiyê daye ser milên xwe, lê divê ku hemû jinên Rojhilatanavîn bi erk û berpirsiyartiya xwe rabin ser piyan. Ji ber ku şerê li Rojhilatanavîn û cîhanê tê meşandin, herî zêde zirarê dide jin û civakê.
Bangewaziya min ji jinên Tirk û Kurd re heye: Bila dilê xwe bi dayikên kurd re bikin yek û zarokên xwe nekin qurbana şerê saraya Erdogan. Dayikên Kurd, Tirk û ereb destên xwe bidin hev û nehêlin ku zarokên we werin kuştin. Pêdivî heye ku hemû jin hêza xwe bikin yek û êrîşên li ser civakê bidin rawestandin û parastina cewherî pêş bixin.”