KNK'ê 15'ê Tebaxê pîroz kir
Konseya Rêveber a KNK'ê Pêngava 15'ê Tebaxê di salvegera 31. de li gelê Kurdistanê û tevahiya mirovahiyê pîroz kir.
Konseya Rêveber a KNK'ê Pêngava 15'ê Tebaxê di salvegera 31. de li gelê Kurdistanê û tevahiya mirovahiyê pîroz kir.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistnê (KNK) bi wesîleya 31. salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê daxuyaniyek nivîskî weşand û pêngava serîrakirinali dijî faşîzmê li gelê Kurdistanê û tevahiya mirovahiyê pîroz kir.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku polîtîkayên qirkirina neteweyî yên dewleta Tirk ku li hemberî gelê Kurd û Kurdistanê dimeşand, di 12'ê Îlona 1980'î de bi darbeya reş a faşîzma Kenan Evren re gihaştiye asta herî bilind û hat gotin, "Qirkirina piralî; li gel a polîtîk, psîkolojî, aborî, ziman, çand û hwd, li ser hemû aliyên civakê hate meşandin. Bi dehan siyasetmedar û şoreşger li sêdaran xistin, bi sedan kuştin, bi deh hezaran dîlgirtin û di îşkenceyan re derbaskirin, bi sed hezaran koçber kirin û hwd, zilm hate kirin."
KNK'ê diyar kir ku li hemberî vê pêvajoya hovîtiya faşîzma reş, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, di pêşengtiya PKK’ê de, li zîndanan berxwedanên bê hempa destpê kir û bi dehan pêşeng, bi lehengî gihiştin şehadetê.
Daxuyaniya Konseya Rêveber a KNK'ê bi vî rengî dewam kir:
"Rêveberiya PKK'ê, ev berxwedana bi rûmet û şehadetên giran, ji xwe re weke ferman qebûl kir û hevalê xwe li ser vê bîr û baweriyê perwerde kir. Bi amadekariyek piralî û zanist li ser bingeha vî ruhê berxwedanê û tolhildanê Pêngava 15 Tebaxê, di sala 1984’an de da despêkirin.
Bi vê Pêngavê, hem derbe li faşîzma Tirk xist û qidûmê wê şikand, hem jî li kevneperestî û tirsa dilê me xist. Vê Pêngavê, bi lez, li hemû deran deng veda, bi taybetî ji bo gelê me bû mizginiyek xêrê û curet û cesaret.
Li ser bingeha vê Pêngavê, Tevger û gelê me, heta 15 Tebaxa îsal, gelek berxwedan kir, ked û xwêdan û xwîn rijand xaka Kurdistanê û bi hemû cûre tekoşîna xwe gihandiye asta bilind; gihiştiye qonaxa şoreşê.
Di serî de Şoreşa Rojava û desketiyên hemû parçeyên Kurdistanê, bêguman encamê ruhê vê Pengavê ne û her wiha ev ruh û bawerî me digihêne armanca me ya mezin.
Em wek KNK, bawer dikin ku çawa gelê me faşîzma 12'ê Îlonê ya reş şikand, her wiha faşîzma AKP ê ya kesk jî û hevalbendê heman zîhniyeta wan tevgera terorîst DAIŞ ê jî wê her bişkîne û serketin her ya gelê me û hemû gelên bindest e.
Bi vê munasebetê em carek din 31. Salvegera pêngava 15ê Tebaxê pîroz dikin, di şexsiyeta şehîdên pêngava 15ê Tebaxê de, hemû şehîdên şoreşê bibîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin."