Yildiz ê HPG'yî bi dirûşman spartin axê
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Erdal Yildiz (Erdal Nûda) li Sultanbeyliyê di çalakiya li dijî qereqolê de jiyana xwe ji dest da li gundê Mozalanê hate definkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Erdal Yildiz (Erdal Nûda) ê 10'ê Tebaxê li navçeya Sultanbeylî ya Stenbolê li dijî Navenda Polîsan a Fatîhê bi wesayîta bombebarkirî çalakî pêk anî bi balafirê ve anîn Wanê û ji wir jî derbasî navçeya Panosê ya Agiriyê bû. Cenazeyê Yildiz bi konvoya ku ji sedan wesayîtan pêk tê birin gundê Mozalanê. Li vir piştî wecîbeyên olî cenaze hate definkirin.
Endamê MEYA-DER'ê ya Panosê Hamdullah Kiliç di merasîma cenaze de axivî û got ku ji bo pêşiya êrîş û şer bê girtin gelê kurd çalakiyên xwe yên demokratîk bilind bike.
Bavê Yildiz, Ahmet Yildiz jî ev tişt anî ziman: "Êdî bila ev şerê qirêj bi dawî bibe. Îro şûnde divê ne gerîla ne jî leşker bimirin. Bila serê hemû gelê kurd sax be."
Li gundê konê sersaxiyê yê ji bo Yildiz hatiye vekirin, sersaxî tên qebûlkirin.