Tîmên taybet Bûdak qetil kirin
Piştî tîmên taybet li Agirî û Mêrdînê welatiyên sîvîl înfaz kirin şevê din jî li Amedê welatiyê bi navê Fahrettîn Bûdak ê 40 salî yê li ber mala xwe rûdinişt înfaz kirin.
Piştî tîmên taybet li Agirî û Mêrdînê welatiyên sîvîl înfaz kirin şevê din jî li Amedê welatiyê bi navê Fahrettîn Bûdak ê 40 salî yê li ber mala xwe rûdinişt înfaz kirin.
Piştî hikûmeta AKP'ê ya demkî bi fermana Serokkomar Erdogan konsepta şer da destpêkirin înfazên sîvîlan destpê kir. Piştî tîmên taybet li Agirî û Mêrdînê welatiyên sîvîl înfaz kirin şevê din jî li Amedê welatiyê bi navê Fahrettîn Bûdak ê 40 salî yê li ber mala xwe rûdinişt înfaz kirin.
Piştî înfazên sîvîlan ên li Agirî û Mêrdînê înfazek jî li Amedê pêk hat. Polîsan li Taxa Kaynartepe ya navçeya Rezan a Amedê welatiyekî înfaz kir. Li gorî agahiyên welatiyên tax dan şevê din seat di 23.00'an de tîmên taybet bi ser tax de girtin û rasterast tax gulebaran kirin. Di encama gulebaran tîmên taybet de welatiyê bi navê Fahrettîn Bûdak ê 40 salî bi 3 guleyên ji sing û pişta wî ketin înfaz kirin. Hat ragihandin ku di bûyerê de kesekî navê wî nehat zanîn jî birîndar bû û 3 kes jî hatin binçavkirin.
Cenazeyê Bûdak ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê.