Li Wanê pevçûn didomin

Li Taxa Şehîd Firat a Artemêtan a Wanê di navbera ciwanên ku operasyonên bi rojane didomin protesto dikin û polîsan de ji nû ve pevçûnan destpê kirin.

Li Taxa Şehîd Firat a Artemêtan a Wanê di navbera ciwanên ku operasyonên bi rojane didomin protesto dikin û polîsan de ji nû ve pevçûnan destpê kirin. Ciwanan li gelek nuqteyên taxê ku bend danîn, rêya Cadeya Orhan Dogan li çûnûhatinê girtin û nasname kontrol kirin. Piştî kontrola nasnameyan polîsên bi gelek wesayîtên zirxî ketin taxê bi ava şid, bombeyên gazê û cih bi cih bi guleyên plastîk êrîşî ciwanan dikin. Ciwanan jî bi bombeyên deng, fîşekên hewayî û molotofkekteylan bersiv didin.

Pevçûnên ku cih bi cih dengê bombeyan jî tê didomin.