Cenazeyên Muhammet Aydemîr (15) û Orhan Aslan (16) ên ku li Giyadînê ji aliyê tîmên taybet ve hatin înfazkirin piştî karên otopsiyê yên li Erziromê anîn navçeya Giyadînê ya Aigriyê û bi girseyî hatin definkirin.
Cenazeyên zarokên bi navê Muhammet Aydemîr (15) û Orhan Aslan (16) ên ku li taxa Murat a navçeya Giyadînê ya Agiriyê di firinekî nan de dixebitin û ji aliyê tîmên taybet ve hatin înfazkirin piştî karên otopsiyê yên li Erziromê anîn Giyadînê. Cenaze di ketina Giyadînê de ji aliyê hezaran kesan ve hatin pêşwazîkirin û bi konvoyekî zêdehî ji sedan wesayîta pêk dihat anîn Mizgefta Navendî. Piştî wecîbeyên olî darbesta her du zarokan ji aliyê girseyê ve hatin hilgirtin û ber bi goristanê ve birin. Piştî meşê li goristanê her du cenaze bi duayan hatin definkirin. Di merasîma cenazeyan de dirûşmên "Şehîd namirin" û "PKK tolhildan" hatin berzkirin û wêneyên Aydemîr û Aslan hatin hilgirtin. Parlementerên HDP'ê, hevşaredarên Agirî û navçeyan tevlî merasîma cenazeyan bûn.
'EV ŞER ŞERÊ ERDOGAN BIBE SEROK E'
Piştî rêzgirtinê Parlementerê HDP'ê Mehmet Emîn Îlhan axivî û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê ya demî dixwaze di nava gel de tirsê pêk bîne û divê gel li hemberî van zextan mafê xwe yê demokratîk pêk bîne û wiha got: "Piştî hilbijartinê AKP'ê dest bi zilmê kir. Em şer bi vê hikûmetê nadin kirin. Ji bo zilim li ser gel rabe em konên aştiyê vedikin û li çiyayan çalakiyên mertalên zindî li dar dixin. Ev şer şerê Erdogan bibe serok e. Em ji gelê xwe dixwazin ku li hemberî zextan têkoşîna xwe ya demokratîk bilind bikin."
'EM KIRYARAN BAŞ DINASIN'
Hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik jî diyar kir ku gelê Agiriyê xwedî li nirxên xwe derket û wiha got: "Di nava du hefteyan de me li Agiriyê 4 birayên xwe bi înfazn winda kirin. Em baş dizanin kiryar kî ne. Qatilê van zarokan dewlet e. Zarokên îro li Giyadînê hatin qetilkirin xwendekar bûn. Zarokên di halê xwe de bûn. Midûrê zarokan daxuyanî dan. Ji zarokan yek xwendekarê wan bû. Zarokên ji bo nan bibin mala xwe dixebitin bûn. Qatilên ev kar kirin îro li qilifan digerin. Qatilê zarokên me hûn in."
'BI BIRÊZ OCALAN RE HEVDÎTINÊ BIKIN'
Sakik da zanîn ku ew qatilê zarokan baş nas dikin û kesên xwedî wijdan divê bên Agiriyê û lêkolînan bikin û du zarokên hatin înfazkirin bêguhe bûn û wiha axivî: "Yên li vir ruhê wan perçeybûyî zarokên me perçe dikin. Şer qirêj e. Heke nasnameya we kurd be şer ji bo we qirêj e. Ev komkujî ruhê salên 90'î nîn e? Em careke din şer li ser vê axê nadin kirin. Em cudahiyê naxin di nava mirinan. Divê em li hemberî şer yekîtiyê pêk bînin. Hêj dem neborî vegerin muzakereyan. Bi Birêz Ocalan re hevdîtinan bikin. Daxuyaniya ji wir tê dê bibe panzehira pêvajoyê."
Piştî axaftinan girse derbasî konê sersaxiyê yê li gund.
Cenazeyê din ên ku navê wî nehat zanîn û bi zarokan re hatî qetilkirin hêj li Saziya Tipa Edî ya Erziromê tê girtin.