Polîsên tîmen taybet, mala Abdullah Tekyaşar a li kolana Hîsar a li Taxa Xaçort a girêdayî navçeya Îpekyolu ya Wanê bi çekên lûledirêj gulebaran kirin. Polîsan Tekyaşar û 3 zarokên wî yên di malê de derbkirin.
Polîsên tîmen taybet Tekyaşar û her sê zarokên wî bi awayekî giran ku derb kirin, hat diyarkirin ku milê yek ji wan zarokan şikandine.
Cîranan Tekyaşar û zarokên wî bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Herêmê ya Wanê. Piştî bûyerê polîsan qapsûlên guleyan yên li derdorê kom kirin û ji cihê bûyerê dûr ketin. Sedema bûyera rû da nehat zanîn.

