Çira TV ket sala 3'an

Yekemîn Televîzyona civaka Êzidî ÇIRA TV, îro 2 salên xwe temam kir û bi ekîbeke xurt û plansaziyeke berfireh ket sala sêyemîn.

Yekemîn Televîzyona civaka Êzidî ÇIRA TV, îro 2 salên xwe li dû xwe hiştin.

Tê zanîn ku civaka Êzidî ji civakên kevintirîn ê Rojhilata Navîn e û  xwedî baweriyek kevnare ya dîrokê ye.

Bi hezaran salane ku ol, çand û civaka Êzidî di bin êrîş û zextên desthilatdaran de hatibû qedexekirin. 73 ferman li ser Kurdên Êzidî rabûn. Ji cih û warên xwe, ji axa xwe, ji welatê xwe neçarî koçberiyê bûn. Ne tenê Êzidî, ol, çand, civak û hêviyên wan jî koç kirin.  Her çiqas armanca desthilatdaran tinekirina nirxên Êzidiyatiyê be jî, di saya tekoşîna azadiyê civaka Êzidî çand û baweriya xwe parast.

Mixabin vê civakê jî, di dîrokê de derfet nedîbû ku xwe îfade bike û bide nasandin. Îro di saya vê tekoşîn û baweriyê de civaka Êzidî wek hemû gelên cîhanê dixwaze jiyanek azad bijî.

Çira Tv ji bo bibe dengê vê jiyan, tekoşîn û armancê hatiye damezrandin û heta roja îro bi alîkarî û xwedî derketina civaka xwe meşiyaye û dimeşe. 

Çira TV dixwaze  bi bername û weşana  xwe  Êzidatiyê, felsefe û dîroka Êzdatiyê ronî  bike û derxe holê. 

Her wiha yek ji armancên Çira Tv ew bû ku cîhana Ezidî li welat û derveyî welat ji hevdu agahdar bike û pirsgirêkên civakê bike mijar. 
 
Çira TV ku bi zimane kurdî weşana xwe dike, di Tebaxa 2012 de dest bi weşana xwe ya testê kir. 

Piştî amadekariyên ku saleke domandin di 14 Tebaxê 2013'an de derbasî weşana asayî bû. 

Di destpêkê de weşana xwe li ser Satelita  Eurobird û Nilsatê dikir. Di Tebaxa 2014'an de  derbasî Hortbird bû îro Weşana xwe li ser Hotbird  û Nilsatê dike.  
 
Çira Tv bi bernameyên olî, çandî, hunerî, dîrokî, civakî, siyasî û nûçeyên rojane weşanê dike. 

Piştî 2 salan xwedî ekîbê ragihandinê ye ku nûçe û bernameyên xwe ji Şengal, Başûr, Rojava, Bakurê Kurdistanê, Rûsya, Ermenîstan û Ewropayê radigihînê û çêdike.

Piştî keraseta 3 Tebaxê rol û mîsyona Çira TV bilindtir bû û hêvî û daxwazên civaka Êzidî ji TV Çira zêdetir bûn. 

Bi taybet piştî fermana Şengalê, Çira TV bû çavkaniya sereke di der barê Êzidî û Êzidxanê de. 

Çira TV niha misyonek bilindtir li ser milê xwe dibîne û amadekariyên weşanek berfireh û bi hêztir dike. 
 
Çira TV heya îro bi alikariya Civaka Êzidî û bi fedakariya xebatkarên vê civakê weşana xwe dike.