Gel li Nisêbîn û Rezan di nav berxwedanê de ye

Polîsên girêdayî hikûmeta AKP’ê ya demkî di çarçoveya polîtîkayên şer de êrîşên li hember gel didomînin. Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê û navçeya RRezan a Amedê gel li hember êrîşên polîsan xwe diparêzin.

Polîsên girêdayî hikûmeta AKP’ê ya demkî di çarçoveya polîtîkayên şer de êrîşên li hember gel didomînin. Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê û navçeya RRezan a Amedê gel li hember êrîşên polîsan xwe diparêzin.  

Li Taxa Abdulkadîrpaşa ya Nisêbînê piştî teqîna li hemberî wesayîtên zirxî yên polîsan pêk hat, polîsan bi guleyan êrîşî ser welatiyên taxê û li taxê teror meşand. Polîsan mizgefta taxê jî di nav de cam û deriyên malan şikand û xisar da malên welatiyan. Gel jî li hemberî êrîşên polîsan derket qadan û li kûçe û kolanan meş pêkanîn. Polîsan dîsa xwe li hemberî serhildana gel ranegirt û bi guleyan êrîşî ser gel kir. Li ser berxwedana gel polîs ji taxê vekişiyan.

Piştî polîsan xwestin seatên serê sibê de têkevin Taxa Abdulkadîrpaşa ya Nisêbîna Mêrdînê xendekên hatine kolandin bigirin û li taxê bi ser malan bigirin. Kepçeya ku xendek dadigirt bi bombeyê hat teqandin û du polîs birîndar bûn. Piştî teqînê polîsan bi ser taxê de gule reşandin. Bi saetan gulebarandina polîsan domiya û gelek mal rasterast hatin gulebarankirin. Polîsan bi ser Mizgefta Hecî Şemsetîn a li taxê de girt û hemû cam û deriyên mizgeftê şikandin. Di heman demê de polîsan bi ser malan de jî girt û malên welatiyan serobino kirin. Polîsan bi saetan li kûçeya teqîn lê pêk hat dorpêç kirin û gef li welatiyan xwarin. Lêkolîna cihê bûyerê bi saetan dom kir û parçeyên kepçeya zirxî hatin berhivkirin. Kepçeya rûxandî bi vîncê ji taxê hat derxistin.

POLÎSAN BI SER GEL DE GULE REŞANDIN

Piştî bi hezaran welatiyên taxê û yên taxên din ên Nisêbînê bihîstin polîsan bi ser taxê de girtiye û terorê dimeşîne derketin qadan. Bi hezaran welatî li seranserê taxê meş pêk anîn. Di kêliyên meşê de dem bi dem polîsên ku li serê kûçeyan radiwestiyan bi guleyan êrîşî ser gel kirin. Welatî bi berzkirina dirûman bersiv da êrîşa polîsan. Welatiyan li kûçeyan bi sedan kalikên guleyan berhev kirin. Welatî herî dawî li cihê teqîn pêk hat li hev kom bûn û parlamenterên HDP’ê yên Mêrsînê Enîse Guneylî û Gulser Yildirim, rêveberên HDP û DBP ligel welatiyan lêkolîn pêk anîn.

Di encama serdegirtinên malan ên li taxê de ciwanê birayên hev ên bi navê Mahsum û Ahmet Bulut jî ji malê hatin binçavkirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Nisêbînê.

Welatiyan bertek nîşanî taxrîpkirina mizgeftê û malên welatiyan dan.

Polîs li ser serhidana gel ji taxê derketin derve. Hat zanîn ku polîs bi wesayîtên zirxî têketina taxê rawestiyane.

Li aliyê din ji ber rageşiya li navçeyê hemû esnafan darabeyên xwe girtin.

Hat ragihandin ku rageşiya li navçeyê hêj didome.

AMED

Li Taxa Kaynartepe ya girêdayî navçeya Rezan a Amedê komek ciwan li hember polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP’ê bi şev çalakî li dar xistin. Piştî polîsan bi gelek wesayîtên zirxî bi guleyên rastî û bombeyên gazê êrîş kirin pevçûn derketin. Di encama berxwedana ciwanan de polîs nikarîbûn bikevin taxê û vekişiyan.