Cenazeyê Kuto yê HPG'yî birin Efrînê
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Yahya Şukru Kuto (Mazlûm Dogan) ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û ber bi Efrînê ve hat şandin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Yahya Şukru Kuto (Mazlûm Dogan) ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û ber bi Efrînê ve hat şandin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Yahya Şukru Kuto (Mazlûm Dogan) ê li Çiyayê Amanosan di şerê 7'ê Tebaxê yê li hemberî leşkerên Tirk de jiyana xwe ji dest da, ev 8 roj in li morga Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê dihat rawestandin. Malbata Kuto ji Efrînê hat û cenaze teşhîs kir.
Bavê gerîlayê HPG'ê Kuto Şukru Hesen Kuto, tevî rêveberên HDP û MEYA-DER'ê û endamên Meclîsa DayiKên Aştiyê danê sibehê hatin Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê û cenaze wergirt.
Malbatê cenazeyê kurê xwe, ji bo veşêre bir Efrînê.