Artemêtan xwerêveberî îlan kir

Meclîsa Gel a Demokratîk a Artemêtan a Wanê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê xwerêveberiya xwe îlan kir.

Meclîsa Gel a Demokratîk a Artemêtan a Wanê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê xwerêveberiya xwe îlan kir.

Daxuyanî li ber avahiya rêxistina DBP’ê hat dayîn. Rêveberên DBP û HDP’ê yên Artemêtan, Hevşaredarên Artemêtan Sevîl Rojbîn Çetîn û Abdulkerîm Sayan, aktîvîstên KJA, endamên Meclîsa Demokratîk a Taxê, endamên meclîsa Şaredariya Artemêtan a DBP’yî û gelek kes di daxuyaniyê de amade bûn.

Hevserokê Rêxistina Artemêtan a DBP’ê  Abdulkerîm Batmaz, got ku hikûmeta AKP’ê li hember têkçûna xwe ya di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de dest bi êrîşên topyekûn kiriye.

Batmaz bal kişand ku tevî pêvajoya çareseriyê jî hikûmeta AKP’ê komkujiya Pirsûs, bomberdûmanên hewayî, komkujiya gundê Zergelê, Silopiya, Bazid û Giyadîn di serî de li gelek deveran sîvîl qetil kirine û got: “Li hember van komkujiyan, wek Meclîsa Gel a Demokratîk aArtemêtan em dewletê red nakin. Lê bi vî awayî wê ti kesên ji aliyê dewletê ve hatine tayînkirin me bi rê ve nebin. Ji niha û pê ve em ê wek gel rêveberiya xwe esas bigirin, li ser esasê demokrasiyê jiyana xwe ava bikin. ji niha û pê ve li hember hemû êrîşan em ê parastina xwe pêk bînin. Em ê ji niha û pê ve bajarê xwe bi xwe bi rê ve bibin. Em ê bi kesekî din nedin rêvebirin.”