Li Kurdistanê îlana xwerêveberiyan zêde dibe

Navçeya Îpekyolu ya Wanê, navçeya Sûrê ya Amedê û Colemêrgê jî xwerêveberî îlan kirin. Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku dewletê meşrûîyeta xwe winda kiriye û ti rêveberên dewlet tayîn dike nas nekin.

Navçeya Îpekyolu ya Wanê, navçeya Sûrê ya Amedê û Colemêrgê jî xwerêveberî îlan kirin. Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku dewletê meşrûîyeta xwe winda kiriye û ti rêveberên dewlet tayîn dike nas nekin.

WAN

Hat ragihandin ku li Taxa Xaçort a navçeya Îpekyolu ya Wanê Meclîsa Gel a Demokratîk dest bi avakirina xwerêveberiyê kiriye. Di daxuyaniya çapemeniyê ya gelek kes beşdar bûn, rêveberên DBP’ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, hevşaredar, rêveberên meclîsên taxan jî amade bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmên, "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" hatin gotin. Hevserokê Meclîsa Gel a Îpekyolu Mehmet Batû yê axivî diyar kir ku pêwîst e tavilê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û got, wê ti rêveberên ku dewlet wan tayîn dike qebûl nekin.

COLEMÊRG

Li Colemêrgê bi pêşengiya Meclîsa Bajêr a Demokratîk ku têde saziyên sîvîl ên civakî, partiyên siyasî jî hene bi daxuyaniyekê aşkera kirin êdî ji vir û pê ve ti saziyên dewletê nas nakin û parastina xwe ya cewherî wê pêk bînin.

Li hember konsepta şer a hikûmeta demkî ya AKP’ê, Meclîsa Bajêr a Demokratîk a Colemêrgê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku ji vir pê ve saziyên dewletê nas nakin. Daxuyanî li ber avahiya DBP’ê pêk hat û li gel endamên saziyên sîvîl ên civakî, rêveberên HDP û DBP’ê, endamên meclîsên taxan, hevşaredarên Colemêrgê û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevserokê Navenda Bajêr a DBP’ê Îbrahîm Çîftçî li vir axivî û diyar kir ku li hember agirbesta yekalî, AKP’ê dest ji polîtîkayên îmhayê berneda. Çîftçî diyar kir ku di pêvajoya muzakereyan de AKP’ê gavek erênî neavêt û li ser provokasyonên demên dawî de û beriya hilbijartinê pêk hatin rawestiya.

‘MEŞRÛIYETA SAZIYÊN DEWLETÊ NEMANE’

Çîftçî anî ziman ku ew dewletê înkar nakin lê belê wê li bajêr saziyên dewletê  nas nakin û wiha got: “Hemû saziyên dewletê yên bajêr meşrûiyeta xwe winda kirine. Kesên ji navendê ji bo vir hatine peywirdarkirin nikare me bi rê ve bibin.”

Çîftçî bi lêv kir ku ew ê parastina cewherî esas bigirin û di çarçoveya demokratîk de jiyana xwe ava bikin û wiha berdewam kir: “Li hember êrîşên wê ji vir pê ve pêk werin em ê jî parastina xwe pêk bînin. Em ê xwe û bajarê xwe bi rê ve bibin.”

AMED

Meclîsa Gel a Sûrê ya Amedê jî li ber Komeleya Hemwelatiyên Azad a li Taxa Hasirli xwerêveberiya xwe bi daxuyaniyeke çapemeniyê îlan kir.

Hevşaredar, rêveberên Komeleya Hemwelatiyên Azad û gelek kes di daxuyaniyê de amade bûn. Guneş Sonmez a li ser navê Meclîsa Gel a Sûrê daxuyanî da got, li hember êrîşên dewletê yên li dijî civakê wek beşên cuda yên gel û civakê li ser esasê parastina hebûna xwe û bidestxistina azadiya xwe wê îradeya xwe nîşan bidin.

Sonmez got, “Em wek hilbijartiyên li navçeya Sûrê, wek meclîsa navçeyê ya demokratîk li hember rejîma faşîzan û ne meşrû xwerêveberiya civakê îlan dikin. Wek meclîsa navçeyê ya hatiye hilbijartin li hember êrîşên topyekûn yên li hember gelê me em ê helwest bigirin, em îlan dikin ku ji îro û pê ve em ê bi îradeya xwe bi rê ve bibin. Em bang li tevayî raya giştî dikin ku vê îlana me ya mafdar û meşrû nas bikin û xwedî lê derkevin.”