Betlaneya zarokên bê betlane
Gerînendehiya Beşa Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di 15'ê Hezîranê de dest bi kampa zarokan ya havînê kiribû û ew kamp bê navber li tesîsên bajarokê Gezin ê Elezîzê berdewam dike.

Hevşaredarê Sûrê Seyid Narîn îro bû mêvanê zarokên Sûr ên Amedê yên ku li ser gola Hezar di kampê de ne û ev kampa zarokan ji bo wan wekî rojeke betlaneyê dît.
Hevşaredar Narîn li odeyên zarokan geriya û bi wan re sohbet kir. paşê jî Narîn tevlî gera zarokan a li ser peravên golê bû.
Piştî gerê jî hevşaredar bû şahidê lîstik û kêfxweşiya zarokan ya bi vê betlaneyê, piştî wê jî bi zarokan re xwarin xwar.
NARÎN; ZAROK PÊŞEROJA ME NE
Seyid Narîn axaftinek ji zarokên kampa havînê re kir û di axaftina xwe de wiha got: “Îro em tev li vir bi hev re yek dil û yek helwestin. Zarokên gelek bajarên cuda li vir in, zarokên Kulpê, Erganî, Sîlvan, Licê û Amedê li vir in, hev nas dikin û demên xweş bi hev re derbas dikin. Her wiha bi vê hevdîtina zarokên me hêviyên me jî ji bo aştiyê, wekhevî û azadiyê zêde dibin.”
DI VAN KAMPAN DE ÇI DIBE?
Beriya ku zarok derbasî hundirê kampê bibin çenteyeke ku melzemeyên wekî şort, tîşort, xewlî, telik, firçeya diranan û melzemeyên din ên ku hewcedariya zarokan bi wan heye.
Her wiha li kampê di warê kesayetî, fîzîkî û bi çalakiyên çandî û hunerî zarok tên pêşxistin.
Ev kampa ku wê di 29'ê Tebaxê de bi dawî bibe bi tevlîbûna derdora hezar zarokan pêk tê.
ALIYÊ BALKÊŞ
Ev kamp bi taybetî ji bo malbat û zarokên ku derfetên wan tine ne derkevin betlaneyê gelekî girîng e. Mixabin li vî bajarî piraniya malbatên me ne xwedî wan derfetan e ku ew û zarokên xwe di germa meha havînê de derkevin çend rojan betlaneyê.
Lewre jî şaredariya me bi vê armancê kampek ji bo zarokan amade kir û di vê kampê de ji bilî ku dê zarok bi betlaneya xwe şa bibin her wiha wê sûdê jî bi çalakiyên cuda ji vê kampê bibînin.
Zarok bi çalakiyên çandî û hunerî ên wekî atolyayên şano, mûzîk, resim, govenda folklor û çalakiyên din jî demeke xweş derbas dikin û ji bo zarokan dibe moraleke baş û firsendeke ji bo bikaranîna betlaneya havînê.