Keyayê gundê Altûnsû: Gule û bombe li me dibarin, dengê me bibihîzin

Keyayê gundê Altûnsû Zeydan Ozel da xuyakirin ku ji tabûra Tekelî obus û hawan li wan tên barandin û got, "Gule û bombe li me tên barandin. Dengê me bibihîzin."

Keyayê gundê Altûnsû yê navçeya Colemêrg Şemînanê Zeydan Ozel da xuyakirin ku ji tabûra Tekelî obus û hawan li wan tên barandin û got, "Gule û bombe li me tên barandin. Dengê me bibihîzin."

Leşkeran gefa "Ya hûnê gund vala bikin yan jî ji bûyerên biqewimin em ê ne berpirsyar bin' li gundiyan xwarin.

Keyayê gund Zeydan Ozel, bûyerên ji saet 12:20 û pê ve li gund qewimîn vegot: "Bi rojane li derdora gund şer diqewime. Ev 5 roj in. Lê belê îro ji tabûrê top û hawan tê avêtin. Heta niha windahiya can çênebûye. Bomberdûman ji sibehê ve zêde bûye. Ev 10 deqeyên kêm bûye.

Leşker anonsa 'gund vala bikin' dikin. Taxek hat valakirin. Lê belê li vî gundî 5 hezar mirov dijîn. Ev mirov wê bi ku ve biçin?

Leşker tiştekî ji me re nabêje, bi tenê dibêje 'Gund vala bikin'.

Em çi bikin? Em ê li ber xwe bidin. Em ê bi ku ve biçin? Cihekî me yê em biçin heye?"