DBP: Encam çi dibe bila bibe em ê bêdeng nemînin
Navenda Giştî ya DBP'ê, der barê operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî partî û şaredariyên wan û bi nûçeyên bê bingeh re operasyonên xapandina raya giştî de, daxuyaniyek da.
Navenda Giştî ya DBP'ê, der barê operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî partî û şaredariyên wan û bi nûçeyên bê bingeh re operasyonên xapandina raya giştî de, daxuyaniyek da.
Navenda Giştî ya DBP'ê, der barê operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî partî û şaredariyên wan û bi nûçeyên bê bingeh re operasyonên xapandina raya giştî de, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Medya şer a AKP'ê ev demeke, bi agahiyên îstîxbaratî yên hin amîrên mulkî ku ti eleqeya xwe bi rastiyan re nîne, 'nûçeyan' pêşkêşî raya giştî dike" û hat destnîşankirin ku ev nûçeyên derew ên şaredariyên wan hedef digirin, parçeyek ji operasyonên xapandinê yên AKP û Erdogan e, ku bi vê yekê re zû dest bi kampanya hilbijartina pêşwext kirine.
'OPERASYONÊN XAPANDINÊ'
Di daxuyaniyê de çend mînak ji nûçeyên bêbingeh ên rojnameyên Yenî Şafak, Star û Akşamê hat dayîn û hat gotin, "Ev nûçe û nûçeyên bi vî rengî yên vê medya alîgir, nûçeyên di çarçoveya operasyonên xapandinê de hatine amadekirin e. Bi vê nûçeyê û yên bi vî rengî re hewl tê dayîn rêveberên me û saziyên me hedef werin girtin. Ev 'daxwaznameyên qesrê' ku mafê wergirtina nûçeya rast a raya giştî ji nedîtî ve tên, li şûna rojnamevaniyê 'katîbiya qesrê' dikin. Li aliyê din hemû saziyên çapemeniyê yên nûçegihandiya mûxalîf dikin, rastî zextê tên, nûçegihan tên girtin û weşanên malperên înternetê tên sekinandin."
'JI HER ÊRÎŞÊ AKP, ERDOGAN Û ÇAPEMENIYA DÛVIKÊ WAN BERPIRSYAR E'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya navçeya Îzmîr Menemenê Mûrat Kaya rastî êrîşî saziyên kiryar diyar ve hatiye û bi guleya li paş stuyê wî ketî bi giranî birîndar bû. Navenda Giştî ya DBP'ê got, "Di bingeha êrîşên li ehmberî hemû partiyên siyasî û derdorên demokratîk ên di bin sîwana HDP'ê de ketine hilbijartinê, yên ku vîna di 7'ê Hezîranê de derketiye holê qebûl nekirine, hene. Ev êrîşên fîzîkî û operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî partiya me, şaredariyên me û rêxistinê girseyî yên demokratîk, ji polîtîkaya dewletê ne cuda ne û encama daxwaza desthilatdariyê ya hikûmeta demkî ya AKP'ê û Serokkomarê nekarî bibe serok e. Lê belê encam çi dibe bila bibe, em ê li hemberî van zextan bêdeng nemînin û van operasyonên xapandinê pûç bikin. Her wiha em dixwazin were zanîn ku li hemberî hemû saziyên çapemeniyê yên li dijî partiya me, şaredariyên me û nûnerên me yên hatine hilbijartin bi nûçeyên bêbingeh re hedef nîşan didin, em ê dozê vekin. Ji her êrîşa li hemberî partiya me û şaredariyên me werin kirin hikûmeta demkî, Erdogan û saziyên çapemeniyê yên dûvikê wan, wê berpirsyar bin."