Li Bagokê çalakiya mertalên zindî
Walîtiya Mêrdînê li herêma Çiyayê Bagokê "Herêma Ewlehiyê" îlan kir. Piştî vê biryarê wekîl û rêveberên HDP û DBP’ê yên Mêrdînê li dijî herêma Ewlehiyê bûn mertalên zindî û berê xwe dan çiyayê Bagokê.
Walîtiya Mêrdînê li herêma Çiyayê Bagokê "Herêma Ewlehiyê" îlan kir. Piştî vê biryarê wekîl û rêveberên HDP û DBP’ê yên Mêrdînê li dijî herêma Ewlehiyê bûn mertalên zindî û berê xwe dan çiyayê Bagokê.
Walîtiya Mêrdînê li herêma Çiyayê Bagokê "Herêma Ewlehiyê" îlan kir. Piştî vê biryarê wekîl û rêveberên HDP û DBP’ê yên Mêrdînê li dijî herêma Ewlehiyê bûn mertalên zindî û berê xwe dan çiyayê Bagokê. Wekîl û rêveberên HDP û DBP'ê li dijî kuştinan dest bi çalakiya mertalên zindî kirin.
Walîtiya Mêrdînê ji 18'ê Tebaxê heta 01'ê Îlona 2015'an ji bo 15 rojan li 7 herêmên cuda yên Mêrdînê "Herêma Ewlehiyê ya Taybet" îlan kir û herêm li welatiyan qedexe kir. Li ser vê biryarê Wekîlên HDP’ê yên Mêrdinê, hevşaredarên Mêrdîn, Qoser, Dêrik, Nisêbîn, Artûklû, Şemrex û rêveberên HDP, DBP'ê li dijî vê biryara Walîtiya Mêrdînê berê xwe dan Çiyayê Bagokê û li Çiyayê Bagokê dest bi çalakiya nobetê kirin. Endam, rêveber û nûnerên HDP, DBP'ê diyar kirin ku ger ev biryar têkeve meriyetê dê saet ji 24.00'an û şûnde şeva xwe li Çiyayê Bagokê derbas bikin û li Çiyayê Bagokê bibin mertalên zindî.
Çalakvanên li Nisêbînê gihiştin hev, li Bajaroka Girêmîra ji aliyê cendirmeyan ve hatin rawestandin. Leşkeran maşîneyên rêveber û wekîlên HDP'ê yek bi yek kontrol kir û destûr nedan ku derbas bibin. Lê heyetê astengiyên li pêş xwe rakirin û çûn Goristana “Şehit Egid û Ayten" a Çiyayê Bagokê.
Têkildarî çalakiyê Wekîla HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, diyar kirin ku ji bo ew diyar dikin ku biryara walîtiyê nas nakin hatin vir û dê vê biryarê qebûl nekin
Hevseroka DBP'a Mêrdînê Perihan Kaya jî anî ziman ku ji ber polîtîkayên AKP'ê girtin û binçavkirin zêde bûye û polîs komkujî û înfazan pêk tînin. Kaya, destnîşan kir ku ji bo rê li pêş van kuştinan bigirin li vir in.
Piştî axaftinan komê dest bi çalakiya mertalên zindî kir.