Nasnameya 2 sivîlên li Gimgimê hatin qetilkirin aşkera bû
Hat ragihandin, ku du sivîlên li Gimgimê hatine qetilkirin Rahmî Kiziltaş û Abdullah Toprak in.
Hat ragihandin, ku du sivîlên li Gimgimê hatine qetilkirin Rahmî Kiziltaş û Abdullah Toprak in.
Walîtiya Mûşê dabû xuyakirin ku di şerê du rojan ê li navçeya Mûş Gimgimê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hemû cenaze ji aliyê polîsan ve hatin revandin û birin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê.
Hat ragihandin ku 2 sivîlên ji aliyê tîmên tevgera taybet ve bi saxî hatin girtin û dûre hatin înfazirin, Rahmî Kiziltaş ê di sala 1979'an de li taxa Alagozê ji dayik bû û Abdullah Toprak ê di sala 1989'an de li taxa Alagozê ji dayik bûne, ne.
Malbatên Kiziltaş û Toprak çûn Meletiyê. Nayê zanîn ku her du sivîl li ku derê hatine înfazkirin.
Nasnameya du kesên din ên hatin qetilkirin, zelal nebû.