Pevçûnên li Şirnexê tevahiya şevê dewam kirin

Li Şirnex û navçeyên wê, polîsan bi çekan êrîşî ciwanan kirin. Di van êrîşan de 3 kes birîndar bûn.

Li Şirnex û navçeyên wê, polîsan bi çekan êrîşî ciwanan kirin. Di van êrîşan de 3 kes birîndar bûn.

ŞIRNEX

Li navenda bajarê Şirnexê, komek ji ciwanan xwestin bûyerên di 18'ê Tebaxa 1992'an de qewimîn protesto bikin, lê rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsên hewl dan bi maşînên zirxî bikevin nava Taxa Vakifkentê, lê gel bi kîsên ji axê bend danî û rê girt. Ciwanan bersiv dan êrîşa polîsan û li ser vê yekê pevçûn derket. Polîsên Tirk li vê derê çek bi kar anîn. Li navçeyê, Fatma Hakseven (48) bi parçeyên camê ji ber gulereşandinê şikestin û Fatma Babat jî bi fîşeka polîsan birîndar bûn. Pevçûnên dijwar, derengiya şevê bi dawî bûn.

SILOPIYA

Li navçeya Silopiyayê jî li taxên Zap, Cûdî, Nûh, Şehîd Harûn û Cûmhûriyetê gel çalakî lidar xist. Şêniyên taxan li dijî binçavkirin û girtinan xendekên nû kolandin, lê polîsên Tirk bi fîşekên rastî êrîşî gel kirin. Ji lojmanên leşkerî bi çekên giran gule li taxan hatin reşandin. Li navçeyê elektrîk bi temamî qut bû. Li Rêya Îpekê jî ciwanan bi qasî 5 saetan trafîk sekinandin û çalakî derengiya şevê bi dawî bû.

HEZEX

Li navçeya Hezexê jî, piştî ragihandina xwerêveberiyê ji aliyê gel ve, hewldanên polîsan ên ji bo girtina xendekên ji bo parastinê hatibûn kolandin, rastî berxwedana gel hatin. Li Taxa Tûrgût Ozal, ji ber êrîşa polîsan pevçûn derket û heta derengiya şevê dewam kir. Di êrîşa plîsan de Nevaş Kaşbaş ê bavê 4 zarokan, ji ber fîşeka ji maşînên polîsan ên zirxî hat teqandin, birîndar bû. Kaşbaş rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. Pevçûnên li vê derê, bi xwekişandina polîsan, danê sibehê bi dawî bûn.