Hîwa: Armanca me ne kuştin e, avakirina sîstema demokratîk e

Nûçegihanê Humanite Pierre Barbancey, ku li Qendîlê bi yek ji berdevkên PKK'ê Zagros Hîwa re hevdîtin kir, hevpeyvînek li ser zerara dewleta Tirk dide têkoşîna li dijî DAIŞ'ê, weşand.

Nûçegihanê Humanite Pierre Barbancey, ku li Qendîlê bi yek ji berdevkên PKK'ê Zagros Hîwa re hevdîtin kir, hevpeyvînek li ser zerara dewleta Tirk dide têkoşîna li dijî DAIŞ'ê, weşand. Berdevkê PKK'ê destnîşan kir ku Erdogan 'Hespê Trûva yê di nava koalîsyona li dijî DAIŞ'ê' de ye û diyar kir ku armanca wan ne mîna Erdogan 'kuştin e', armanca wan avakirina sîstemeke demokratîk e.

Zagros Hîwa diyar kir ku nûçeyên dibêjin, 'Piştî bomberdûmana dewleta Tirk, PKK'ê Qendîl vala kiriye' gotinên pûç in û ev xal destnîşan kir: "Erdogan dixwaze em biçin û ji bo mafên xwe tênekoşin. Yanî ya ku nepêkane dixwaze. Berpirsyariyeke me heye; Ew jî şert û merc çiqasî zehmet be jî, li her cihî divê em gelê xwe biparêzin."

Hîwa bersiv da bangên Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî yên li ser terikandina xaka Başûr ji aliyê PKK'ê ve û bibîr xist ku di rewşeke pêşmerge ji ber DAIŞ'ê direviyan de, PKK'ê bi hawara Êzidiyên li Şengalê çû. Hîwa anî ziman ku DAIŞ, Mûsil jî di nav de hînê gelek qadên girîng ên Başûrê Kurdistanê dagir kiriye û destnîşan kir ku armanca PKK'ê xurtkirina hebûna xwe ya li herêmê ye.

'DEMEKE NÛ DESTPÊ DIKE'

Hîwa diyar kir ku ji ber li aliyekî Erdogan, li aliyê din jî DAIŞ heye, gelê Kurd wê 'demên zehmet' derbas bike û got, "Eger em çiyayê Qendîlê biterikînin, ti garantî nîne ku ya bi serê Êzidiyan hat bi serê mirovên li vê derê neyê; garantî nîne ku serjêkirina mêran, destavêtin û firotina jinan, li vir jî rû nedin. Demeke nû ya têkoşînê destpê dike. Berdêla wê çi dibe bila bibe, em amade ne xwe li dijî hemû gefa biparêzin."

Zagros Hîwa da xuyakirin ku Erdogan ji bo hêza Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn bi cih bike DAIŞ'ê bi kar tîne û anî ziman ku eger ev rêxistina çete ji holê bê rakirin, wê Erdogan bixwaze valahiya derketiye holê dagire.

'ERDOGAN DI NAVA KOALÎSYONA LI DIJÎ DAIŞ'Ê DE HESPÊ TRÛVA YE'

Hîwa da xuyakirin ku berxwedana Kurdan ji bo Erdogan pirsgirêkeke cidî ye û anî ziman ku bomberdûmana li hemberî PKK'ê tê kirin 'bersivek' li berxwedana li dijî çeteyan e. Hîwa got, "Erdogan dibêje ku di nava koalîsyona li dijî DAIŞ'ê de cih digire. Lê belê di rastiyê de Erdogan 'hespê trûva' yê di nava vê koalîsyonê de ye. Ji ber ew (Erdogan) êrîşî tevgereke li dijî çeteyan şer dike û wan têk dibe, dike."

Hîwa da zanîn ku ji êrîşa li hemberî gerîla armanca dewleta Tirk ew e ku HDP'ê qels bike û hêza karibe pê sîstema serokatiyê çêbike, bi dest bixe. Hîwa destnîşan kir ku ya niha diqewime darbeyeke.

'NE TENÊ JI ALIYÊ LEŞKERÎ, JI ALIYÊ SIYASÎ, ÇANDÎ Û CIVAKÎ VE EM Ê TÊBIKOŞ IN'

Ji bo pirsa 'Hûn ji bo agirbesteke nû amade ne?' ya Pierre Barbancey, Zagros Hîwa bibîr xist ku li hemberî gerîla 140 sortî û 600 caran bomberdûman hatiye kirin. Hîwa anî ziman ku têkoşîn ne tenê leşkerî ye û axaftina xwe bi vî rengî bi dawî kir: "Agirbesta me bi awayekî yekalî îlan kir, wan (Erdogan) xera kir. Em ê têkoşînê kûrtir bikin. Ne tenê ji aliyê leşkerî ve, jia liyê siyasî, çandî û civakî ve em ê sîstema xwe ya demokrartîk ava bikin. Ji bo vê yekê em têdikoş in; Ne mîna Erdogan ji bo kuştinê."