Walîtiya Amedê li Farqînê derketina kolanan qedexe kir
Walîtiya Amedê piştî navçeya Licê niha jî li Farqînê kolan li welatiyan qedexe kir. Walîtiyê diyar kir ku heta fermana duyemîn kolan li welatiyan qedexe ye.

Piştî Walîtiya Mûşê, li navçeya Gimgimê ya Mûşê kolan qedexe kir û komkujî pêk anî, niha jî Walîtiya Amedê kolan li gelê Licê û Farqînê qedexe kir. Walîtiya Amedê diyar kir ku îro saet ji 21.00'an heta sibê saet 07.00'an derketina kolanan li Navçeya Licê qedexe ye. Walîtiyê li navçeyên Farqîn, Licê, Pîran, Pasûr û 20 herêm ji bo 16 rojan wekî herêmên qedexe îlan kir. Walîtiya Amedê piştî kolan li gelê Licê qedexe kir û 20 herêm wekî qadên qedexe îlan kir, niha jî li navçeya Farqînê ji saet 01:00’ê şevê heta fermana duyemîn kolan li welatiyan qedexe kir. Walîtiyê bi vê biryarê li navçeya Farqîn û Licê welatî di malê de hepis kir û cezayê girtîgeha malê li hemû welatiyên Licê û Farqînê birî.