Nasnameya ciwanê li Farqînê jiyana xwe ji dest da aşkera bû
Hat ragihandin ku ciwanê li navçeya Amed Farqînê ji ber êrîşa polîs û leşkerên Tirk bi fîşeka li serî ketî jiyana xwe ji dest da, Serhat Bîlen e.
Hat ragihandin ku ciwanê li navçeya Amed Farqînê ji ber êrîşa polîs û leşkerên Tirk bi fîşeka li serî ketî jiyana xwe ji dest da, Serhat Bîlen e.
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr bi rêya telefonê beşdarî weşana televîzyona MedNûçe bû û diyar kir ku agahî ji wan re hatiye, di êrîşê de du kesan jiyana xwe ji dest dane.
Pîr anî ziman ku yek ji welatiyên jiyana xwe ji dest dane Serhat Bîlen e ku ji ber fîşeka li serî ket bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Der barê nasnameya kesê duyemîn ê jiyana xwe ji dest da de, hînê agahiyek bi dest neketiye.